Rojnameya Îzvestiyayê di nûçeya xwe de ragihand ku kurd ji bo herêma Efrînê ku niha rastî êrişa artêşa Tirkiyeyê tê ji bo teslîmî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bike hevdîtinan pêk tînê.
Li gor nûçeya rojnameya Îzvestiyayê ku dispêre çavkaniyekî kurd, ji bo herêma Efrînê teslîmî hêzên hikûmetê were kirin di navbera kurd û rêvebiriya Şamê de hevdîtin pêk tên û Rûsya jî navbeynkariyê dike.
Çavkanî di axaftina xwe ya rojnameyê de gotiye: "Em amade ne Efrîn û herêmên derdor teslîm bikin, lê divê berjewendiyên me zirar nebinin û garantî were dayîn."
Çavkaniyekî dîplomatîk ê rûsî jî di axaftina xwe de got: "Derbarê mijarê de hê biryara dawî nehatiye dayîn û hevdîtinin dewam dikin. Rûsya di navbera he aliyan de navbeynkariyê dike û ji bo teslîmkirina Efrînê bo Şamê dixwaze kurdan qanih bike."
Serokê Konseya Otonomiya Federala Çandî ya Neteweyên Kurd ên Rûsyayê Ferhat Patiyev îdîayên rojnameyê serast kir û got: "Hevdîtin pêk tên. Wek rûsan şertên kurdan jî hene. Dema kurdan li ser Efrînê li hev kir wê biryar jî were dayîn."