Kawe Ezîz: Reftarên PYD û PKKyê ji bo şerê birakujiyê rêxweşker in

Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDKS) amajeyê dide ku, şewitandina bingehên wan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYD û PKKyê ve ji bo peydakirina têkdanê û şerê birakujiyê rêxweşker e.

26.04.2024, Cum - 11:51

Kawe Ezîz: Reftarên PYD û PKKyê ji bo şerê birakujiyê rêxweşker in
Nuçe Belav bike

Mamostayê Zanîngehê û Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDKS) Kawe Ezîzî taybet ji ajansa K24ê re ragehand, “Ev ne cara yekê ye ku êrîşî bingehên partiya me û bingehên Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li rojavayê Kurdistanê tê kirin û gelek caran çekdarên PYDyê êrîşên têkerane birine ser wan.

Kawe Ezîzî amaje jî da, “Êrîşkirina li ser bingehên me û aliyên din belge ye li ser desthilata xwesepîn a wî aliyê ku Rojavayê Kurdistanê kontirol kiriye û ji bilî xwe çi kesekî qebûl nake”.

Wî endamê PDKSyê ron jî kir, “Em wekî PDKS û ENKS bi awayekî eşkere karê siyasî û rêkxistinê dikin, em bi awayekî nihênî kar nakin heta ku êrîşî me bê kirin”.

Navbirî tekez jî kir, “Ew reftarên PKKyê ku bêrêziyê bi sembolên neteweyî yên wekî alaya Kurdistanê û wêneyê Mela Mistefayê Barzanî û çend sembolên din dikin ji bo peydakirina têkdanê û şerê birakujiyê rêxweşker in û PKK mijûlî wê pilanê ye”.

Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li pêr (Çarşem, 24.04.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Çekdarên girêdayî PYDyê êrîş kirye ser her du bingehên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDKS) û Yekîtiya Demokrata Kurdistan – Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê û hemî kelûpelên nav her du avahiyan şewitandine”.

Li dû wê ragehandinê, çekdarên PYDyê di eynî demê de bizav kiriye Nivîsîngeha Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ya bajarê Tirpespiyê li Rojavayê Kurdistanê jî bişewitînin. Herwesa Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ew êrîş wekî êrîşeke teroristî binav kir û tekez kir ku pêştir pilan jê re hatiye danan.

Pêştir jî li roja 01.03.2024ê êrîşî Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDKS) ya bajarê Kobaniyê hat kirin ku biryar bû çalakiyeke Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) tê de hatibam kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:14:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x