Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li Qamişloyê teqînekê çêbû.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li Qamişloyê teqînekê çêbû ku di encamê de 2 endamên asayişê şehîd ketine. 2 kes jî birîndar bûne.
Îro saet di 08.35ʹan de li Meydana Iskenderiyê ya taxa Xelîc a başûrê Qamişlo dema dewreya Asayîşê derbas bû, mayînek ku hatibû bichkirin hate teqandin.
Berdevkê Fermî ya Hêzên Asayîşa Rojava têkildarî mijarê agahî dan û got ku di encama teqînê de endamekî Asayîşê Şehîd bûye û 2 endamên din sivik birîndar bûne.
Agahî tên…