Li Serê Kaniyê stranbêjekî Kurd ji bo fidyeyê hate revandin

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê de ye, çekdaran stranbêjekî Kurd girtiye û daxwaza fidyeyê ji malbata wî dikin.

11.10.2022, Sal - 07:14

Li Serê Kaniyê stranbêjekî Kurd ji bo fidyeyê hate revandin
Nuçe Belav bike

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku, çekdarên grûpa bi navê “Ehrar Elşerqiye”, bi fermandariya çekdarê bi navê “Ehmed Ihsan Feyyad Elhayis” ku bi “Ebû Hatim Şeqra” naskirî ye, stranbêje Kurd Ferhad Elî li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê yê ser bi Cizîra Rojavayê Kurdistanê girtiye.

Li gorî heman zanyariyan, çekdarên wê grûpê, pêwendî bi kesûkarên hunermendê girtî re kiriye û li beramber ku wî berdin, daxwaza pereyên gelek ji wan kiriye.

Çekdarên ser bi Tirkiyê li navçeya Serê Kaniyê û Girê Spî, ji 09ê Cotmeha 2019yan ve li wê navçeyê welatiyên sivîl digirin û piraniya caran, ji bo berdana wan, daxwaza fidyeyê ji kesûkarên wan dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:28:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x