Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê erdhej: 237 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûn

Erdheja bi pileya 7.4 ku navenda wê parêzgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê bû li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî bû sedema wêraniyê. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber erdhejê 237 kes canê xwe ji dest dane û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûne.

06.02.2023, Pts - 07:29

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê erdhej: 237 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li Mereşê serê sibê di demjimêr 04.17an de bi pileya 7,4 erdhejek pêk hat. Paşê li Dîlokê du erdhejên din ên 6,5 û 6,4 çêbûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê li ser erdhejê daxuyaniyek da û diyar ku 237 kes canê xwe ji dest dane û zêdetirî 339 kesan jî birîndar bûne.

Erdheja ku li Hatay, Edene, Dîlok, Meletî, Kilis, Semsûr, Amed, Riha û Osmaniyê bû sedema weraniyê, li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, her wiha li Lubnan û Misire bandor kir.

Erdhej li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, Îdlib, Heleb, Hema, Laziqiye û Reqayê bi tundî hat hîskirin û wêraniyeke mezin li dû xwe hîşt.

Li gorî nûçeya SANAyê, di erdheja li herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de li Helebê 42 kesan canê xwe ji dest dane û 200 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku li tevahiya parêzgehê herî kêm 20 avahî hilweşiyane yan jî zirareke mezin dîtine.

Bi dehan avahî li herêmên di bin kontrola opozîsyonê Sûriyê de hilweşiyan an jî ziyan dîtin. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hewl didin xwe bigihînin malbatên di bin kavilan de.

Li gorî agahiyên ku ji saziyên tenduristiyê yên herêmê û çavkaniyên herêmî berhev kirine, li herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê herî kêm 58 sivîlan canê xwe ji dest dane û bi sedan sivîl jî birîndar bûne.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Ji ber erdhejê li Hewlêra paytext û her wiha li paytextê Iraqê Bexda û Diyalayê jî hat hîskirin, xelkê ji tirsa ewlehiya canên xwe, ji malên xwe derketin.

Gelek kesên ku ji ber erdhejê malên xwe derketin li seranserî welêt bi taybetî jî li Beyrûta paytextê Lubnanê şea di otomobîlên xwe de derbas kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 381 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:21:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x