Digel ku nûçeyên bajaroka Til Rifet a Sûriyeyê ketiye destê artêşa Tirkiyeyê û hevkarên wê yên opozîsyona Sûriyeyê ASAyê jî agahiyên şêlû tên belavkirin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne ku ew ji wê deverê venekişîyane û hîn kontrol di destê wan de ye. Herwiha hebûna leşkerên rûsî jî bûye mijara nîqaşê ku tê ragihandin ku hîn hêzên rûsî jî li Til Rifetê ne.
Herî dawî li ser wan nûçeyan Encûmena Leşkerî ya Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rûsî li nav Til Rifetê ne û nûçeyên ku wan ew dever kontrol kiriye nerast in.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan du roj berê di axaftineke xwe de gotibû, piştî Efrînê dor hatiye kontrolkirina Til Rifetê û herwiha gefa ketina Şingalê xwaribû.
Lê belê nûçe û dîmên li ser medyayê derbarê kontrolkirina Til Rifetê de hatibûn belavkirin ji aliyê wan hêzên amadekariya êrîşa wî bajarî dikin ve hatin redkirin.
Hêjayî gotinê ye, dema ku artêşa Tirkiyeyê êrîşî Efrînê dikir, YPGê alîkarî ji hikûmeta Sûriyeyê xwestibû û Til Rifet jî tê de diyar kiribû, ew dikarin radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin.