Tirkiyeyê ji hinek grûpên çekdar xwest ji Efrînê derkevin

Tirkiyeyê ji hinek grûpên çekdar xwest ku ji Efrînê derkevin û biçin Girê Spî û Serê Kaniyê.

11.06.2024, Sal - 10:05

Tirkiyeyê ji hinek grûpên çekdar xwest ji Efrînê derkevin
Nuçe Belav bike

Roja 3yê Hezîrana 2024an navbera  Çeyş El-Şerqiye û Firqeya Hemzat şer çêbû.

Tirkiyeyê piştî wî şerî ji hinek grûpên çekdarên bi taybet grûpa Ceyş El-Şerqiye xwestiye ji Efrînê derkevin û biçin Girê Spî û Serê Kaniyê.

Çeyş El-Şerqya û çekdarên grûpa Hemzatê ev çend roj in, li ser parvekirna zevî û milkên Kurdan li Efrînê şerê hev dikin.

Ew her du grûpên çekdar ên di bin kontrola Tirkiyeyê de dixwazin berî ku ji wan deveran derkevin, pereyan ji welatiyan bisitînin, yan jî wan zevî û milkan bifiroşin çekdar û Erebên hawirde.

Ceyş El-Şerqiye ji zarokên cotkarê Kurd Cahîd Axa, li beramberî radestkirina zeviyên wan ên çandiniyê 300 hezar dolaran dixwaze.

Çekdarên Ceyş El-Şerqiyeyê ji Dêrezorê ne, piraniya endamên wê grûpê berê çekdarên DAIŞê bûn.

Ji Adara 2018yan ve, heta niha grûpên çekdar li herêma Efîrnê, dest danîne ser mal û milkên Kurdan û baca bi zorê jî li ser wan disepînin.

Herwiha grûpên çekdar zeviyên Kurdên Efrînê jî talan dikin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

 

Vî nûçeyê tevayî: 431 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:18:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x