PAK hejmara şehîd û birîndarên xwe aşkera kir!

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hejmara şehîd û birîndarên partiya xwe yên di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de aşkera kir.

01.03.2017, Çar - 07:50

PAK hejmara şehîd û birîndarên xwe aşkera kir!
Nuçe Belav bike

Berdevkê PAKê Xelîl Nadrî ji BasNewsê re ragehand, ji destpêka şerê dijî DAIŞê heta naha Pêşmergeyên partiya wan di piraniya eniyan de beşdariya şer kirine û derbeyên giran li çekdarên wê rêxistinê dane.

Xelîl Nadrî ragehand, ku di meha Tebaxa 2014ê ve heta naha 14 şehîd û 40 birîndarên wan çêbûne, ku hemû jî kur û keçên Kurdistana rojhilat bûne û xwe kirine qurbana parastina Kurdistana başûr û Ala Kurdistanê. Herwaha got: ‘’Şehîda me ya herî dawiyê keçek bi navê Evîn bû, ku sê roj berî naha şehîd ket.’’

Berdevkê PAKê amaje bi vê yekê jî kir, ku ew di bin fermana wezareta Pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistanê de şerê dijî DAIŞê dikin û got: ‘’Em fermanê ji wezareta Pêşmerge verdigrin.’’

PAK partiyeke Kurdistana rojhilate û serokê wê jî Elî Qazî ye ku kurê Pêşewa Qazî Mihemedê serokomarê Kurdistanê bû, fermandarê hêzên wan jî Husên Yezdanpena ye.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1427 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x