– Li bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurdên din hatin îdamkirin.Li gorî agahiyên BasNewsê, îro danê sibê du girtiyên kurd li girtîgeha bajarê Ormiyê hatin îdamkirin.
Ew girtiyên Kurd 4 sal berê bi tohmeta bazirganîkirin û firotina madeyên hişber hatibûn girtin.
Navê yek ji wan girtiyan Mihemed Riza Sadiqî xelkê gundê Kanî Reşê û navê yê din jî Maşala Seyadnûrî xelkê bajarê Ormiyê bûn.
Di heyama 15 rojên borî de herî kêm 8 girtiyên kurd li Ormiyê hatine îdamkirin.