Li Herêma Kurdistanê her netewe bi zimanê xwe perwerde dibe

Li welatên ku Kurd di bin dagirkeriya wan de dijîn Kurdî rûbirûyî qedexe û astengên darîçav tê lê li Herêma Kurdistanê her netewe bi zimanê xwe perwerde dibe.

21.02.2024, Çar - 12:13

Li Herêma Kurdistanê her netewe bi zimanê xwe perwerde dibe
Nuçe Belav bike

Li Herêma Kurdistanê xeyn ji Kurdî, zimanên Suryankî, Ermenkî û Tirkmenî jî zimanên fermî ne û dibistanên ku bi van zimanan perwerdeyê didin hene.

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî ye, bi vê minasebetê ziman bûye rojeva sereke.

Gelên cuda ên li Herêma Kurdistanê bi awayekî rihet bi zimanê xwe perwerde dibin û zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de bi kar tînin.

Herêma Kurdistanê sal bi sal girîngiyeke zêdetir dide zimanên gelên din ên ku mazûvaniya wan dike.

Herêma Kurdistanê bêyî ti ferq û cudahiyê dibe dergûşeke bihevrejiyan, aştî û aramiyê.

Nûçegihana Rûdawê Lîliya Mîrawitsa li dibistanên Suryan û Tirkmenan bi xwendekaran re axivî.

Fostîn yek ji wan xwendekaran e ku li Enkaweya Hewlêrê li dibistanê bi zimanê Suryankî perwerde dibe.

“Herî zêde ji Suryankî hez dikim”

Fostînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Ez ji zimanê xwe yê dayîkê hez dikim, kêfa min ji hemû dersan re tê lê herî zêde ji Suryankî hez dikim.”

Fostîn Luey dixwaze bibe parêzereke jêhatî û haya wê jê heye ku ziman amûra sereke ya pêwendî û pêşveçûnê ye.

Fostîn bi gelek zarokên Suryan re li qezaya Enkaweyê li Dibistana Seretayî ya Erbaîloyê ya Suryaniyan a Têkel dixwîne.

Ev dibistan sala 1994an hat avakirin û ji hingê ve li wê dibistanê perwerdeya bi Suryankî berdewam dike.

“Dersên me bi Suryankî ne”

Midûrê dibistanê Sed Bûye diyar kir ku ti ferqa dibistana wan û dibistanên din ên li Herêma Kurdistanê nîne û pê de çû:

“Xwendekarên me jî ji pola yekê heta pola şeşan hemû dersan li gorî mufredatê dibînin lê ferqa dibistana me ew ku dersên me bi Suryankî ne.”

Li Dibistana Qereqoyunluyê ya Tirkmenan jî perwerde bi zimanê Tirkmenî ye.

Zarok ji pola yekê heta pola nehan bi zimanê xwe dixwînin.

Zarokekî Tirkmen got, “Tirkmenî zimanê bav û bapîrên min e.”

Zarokekên Tirkmen dibêjin ku pêwîst e ew zimanê xwe biparêzin.

Li Herêma Kurdistanê 48 dibistanê dewletê bi Suryankî û 18 dibistanên dewletê jî bi Ermenkî perwerdeyê didin.

Li hêla din, li Zanîngeha Selahedînê sala 2008an beşa Tirkmenî û sala 2016an jî beşa Suryankî vebû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 381 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:20:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x