Parlamentoya Ermenîstanê jenosîdkirina Êzidiyan nas kir

Parlamentoya Ermenîstanê qebûl dike, ku Kurdên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine jenosîdkirin.

17.01.2018, Çar - 08:51

Parlamentoya Ermenîstanê jenosîdkirina Êzidiyan nas kir
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a parlamentoya Ermenîstanê Rostem Mehmûdyan di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Ev biryara Parlamentoya Ermenîstanê qebûl dike, ku Êzidî di sala 2014ê de, li Iraqê ji aliyê grûbên terorîst ve hatine jenosîdkirin û herwiha şermezar jî dike.”

Mehmûdyan, ku di heman demê de kurdekî Êzidî ye dibêje, Parlamentoya Ermenîstanê di biryara xwe de ji civaka navdewletî dixwaze li ser vê tawanê lêkolînan bike.”

Li Ermenîstanê nêzîkî 35 hezar Kurdên Êzidî dijîn û yek ji pêkhateya olî ya wî welatî ne.

Çekdarên DAIŞê di 3ê Tabaxa 2014ê de êrîşê Şingal û dora wê kirin û bi sedan Kurdên Êzidî kuştin. Ji ber êrîşê bi deh hezaran Kurdên Êzidî koçber bûn.

Çekdaran jin, zarok û pîr û kal, bi giştî 6 hezar û 417 kes jî revandin, ku heta niha ji wan 3 hezar û 244 kes hatine azadkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1274 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x