DEM Partiyê li ser Şirnex û Bedlîsê daxuyanî da!

EM Partiyê bi rêya hesabên xwe yê torên civakî ragihand ku li Şirnex û Bedlîsê gelek endamên wê hatine desteserkirin.

01.04.2024, Pts - 09:11

DEM Partiyê li ser Şirnex û Bedlîsê daxuyanî da!
Nuçe Belav bike

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser “hilbijêrên qaçax” û got:

“AKP, bi rêya hilbijêrên qaçax negihişt encama ku dixwest lê niha bi rê ya fêlên sindoqan, bi êrişkirina peywîrdarên me yên sindoqan, bi binçavkirina hevserokên bajarê me û bi sedan kesan û dorpêçkirina avahiya me ya bajêr hewl dide wan encaman bi dest bixe.

AKP bi heman awayî hewl dide li Bedlîsê jî bi dek û dolabên sindoqan encaman biguhere û îradeya gelê me xesp bike.

Peywîrdarên me yên sindoqan ên ku îtiraz dikin û hiqûqzanên me tên desteserkirin.

“Hûn bi derbeyan bi ser nakevin”

Em bangî wan rayedaran dikin ku bi mehan e bêhiqûqiyan dikin: Hûn bi derbeyan bi ser nakevin, hûn dê nikaribin bi rêya xespkirina îradeya gelê me encaman biguherin.

Em dê di bin her şert û mercan de mafên gelê xwe biparêzin.”

Vî nûçeyê tevayî: 197 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:45:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x