Hat ragihandin ku Selahatin Demirtaşê ku ev du serdeman hevserokatiya partiya HDPê dike, dê di kongreya sêyemîn ya HDPê de nebe endamê serokatiyê. Tê gotin ku Demirtaş ev biryar ji ber dozên ku derbarê wî de hatine vekirin û îhtîmala ku qedexeya siyaseta bidin wî girtiye.
Li gor nûçeya Nergis Demirkaya ya ji Gazete Duvarê, HDPê nîqaşên hevserokatiyê yên ku di nava partiyê de birêve dibirin bi encam kirin. Tê gotin ku Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş ku ev 13 meh in girtiye dê nebe endamê hevserokatiyê. Demirtaşê ku îhtîmal heye qedexeya siyasetê jê re were dayin, ji bo ku partiya xwe rahet bikei û nehelê ku partî zêde bi tengije ev biryar wergirtiye.
Berî kongreya ku dê li Salona Werzîşê ya Anakara Arena pêk were, konferansên herêman û civînên lêgerînê destpê kirin. Li gel civînên ku dê nexşerêya partiyê ya nû derxin holê, civînên diyar kirina hevserokan jî hatin li darxistin. Dihat payin ku di 4-5 Çile de bi beşdariya hemû parlamenteran civînek li Amedê pêk were. Di civînê de dê di derbarê pêvajoya kongreyê û endamtiya hevserokatiyê de fikrên parlamenteran ji wan bihata pirsîn. Lê li gor daxuyaniya navenda partiyê, dê Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay di civîneke çapemeniyê ku endamên Birêvebirina Partiyê û parlamenter jî beşdar bbin de dê nameya Demirtaş bixwîne. Tê payin ku Demirtaş di nameyê de, ne endambûna xwe tevî sedemên wê rave bike.
Li gor kulîsên partiyê Demirtaş ev biryar ji ber bi dehan dozên ku derbarê wî de hatine vekirin stendiye. Lewra di encama van dozan de heye ku cezayê hepsê û qedexeya siyasetê jî bo Demirtaş were dayin. Hat gotin ku Demirtaş gotiye ‘Dibe ku ceza bidin, qedexeya siyasetê bidin. Hewce neke mirıv romantîk be. Hewce nake em partiyê di rewşeke zehmet de bihêlin."