Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu, beşdarî bernameya BasîRoj a Kurdistan24 bi birêvebiriya Cemal Batun bû. Bi taybetî li ser pirsên referendûma guherîna Destûrî li Tirkiye û gelek pirsên din, bîrûrayên xwe ragihandin.
Lı Ser Encamên Referendûmê
Encamên referendûmê, em bihêvî ne ku dê encamêm erênî bide. Ji ber ku ev 90 sal in sistema wesayetê ya Kemalizmê berdewam e û bi taybetî di çareserî, di kêşeya Kurd de tu pêngav neavêtin. Ger ev sistem 90 salên berdewamî hebûya, kêşeya Kurd jî 90 salên din dê berdewam bûya. Nakokî û nexweşî dê her hebûya û em bawer nakin ku tu çareseriyek ji kêşeyan re anîbûya. Bi erêkirina guherîna Destûrî ev wesayet hate paşxistin. Sistemek wesayetê li Kurdistanê jî hebû, çi ye ew wesayet - sistema wesayeta çekdarî bi ser siyaseta Kurd. Em weha bawer in, bi erêkirina referendûmê ev wesayet jî hate paşxistin. Niha ev wesayet ji hole radibin. Ger siyaseta Tirkiye ciddî dixwaze van pirsgîrêkan bi awayek samîmî çareser bike, pêşiya wê vekiriye.
Helwêsta Lı Ser Kemalızmê
Ev guhertin tenê têrê nakin, ji bo têkbirina sistema siyaseta Kemalizmê niha derî vebû, derfet vebûn. Astengiyên li pêş rabûn. NIha pirs ew e, Tirkiye dê bixwaze ji vî derî derbas bibe? Em bawer dikin, herweha daxwaz dikin ku Tirkiye vê derfetê bikar bîn e.
Lı Ser Helwêsta – Erê Dı Referendûmê De Û Daxwazên Jı Desthılatê
Gava me got – Erê, me daxwaz ji desthilatê nekiribûn. Lê, niha daxwazên me dê hebin. Her kes dizane û qebûl dike, ger dengên Kurdan nebûya, ev encam dernediket. Ev guhertin jî çênedibû. Tenê li Bakurê Kurdistanê 700 hezar dengên Erê, zêdetir ji yên Na derketin. Ez bawer im heman ferq di dengên Kurdên ku li Rojavayê Tirkiye dijin de jî hene. Ango, em dikarin bibêjin: bi dengên Kurdan ev guherîn a Destûrê çêbû. Ji ber vê yekê Serokomar Erdogan vê yekê dive bizanibe: ger di hilbijartina 2019an de desteka Kurdan bidest nexe, dê nikaribe bibe Serokomar. Ji bo vê yekê dive li dengê Kurdan, li daxwazên Kurdan guhdarî bike. Heq û mafên wan ên meşrû û rewa bicîh bîn e.
Lı Ser Helwêsta Mafên Kurdan Lı Bakurê Kurdıstanê
Em dibêjin gelê Kurd, wekî gelê Tirk, çi maf hebin xwedî heman mafan be. Çi mafên Tirkan hebin, heman maf ên Kurdan jî hebe. Di hemû waran de. Di mafên ziman de, di mafên siyasî de, di mafên civatî de, çandî de, di mafên hevwelatî de, di hemû mafan de. Ger em bêjin: mafên Kurdan bere zêdetir bin û ew qebûl nakin, em têdigihin. Lê, ger bêjin: bere mafên Kurdan kêmtir bin, ev jî zulm e, zordarî ye, em jî vê qebul nakin. Em nabêjin bere dewletek serbixwe bête avakirin. Lê ger ew bête xwestin, ew jî rewa ye. Tu qedexe li ser vê xwestekê jî tûne be. Em dibêjin: ger wekî nimûne, pirsgîrêk di navbeyna Turkmenan û Kurdan de li Kerkûkê derkeve, nabe tu bêje ez li gel Turkmenan im. Baş e, lê yê Kurd? Ger Turkmen brayê te bin, Kurd jî brayê min in! Divê bi heman awayî mirov nêzîkahiyê bike.
Lı Ser Hevkarıya MHP – AK Partî
Hevkariya di navbeyna MHP û AK Partî de ji bo referendûmê hebû, lê AK Partî tu fêde ji vê hevkariyê nedît. Guherîna xalên Destûrê bi rayên Kurdan derbas bû. Li wan deverên ku, wekî cîhên MHP lê xûrt tê destnîşan dan, li wan cîhan AK Partî tiştek bidest nexist. Heta ji bo qanîkirina MHP hin gotinên Serokomar gotî, weha kir ku hin dengên Kurdan jî wenda kirin. Wekî helwêsta girêdayî Al a Kurdistanê li Kerkûkê. Bawer nakim ew hevkariya ligel MHP dom bike. Ger desthilat bixwaze zêdetir guherînan bike, bidest bixe, dive li gel Kurdan li hevkariyê bigere. Di zemînek adîl de, mafên Kurdan nasbike û li gel Kurdan bibe hevkar.
Lı Ser Pêngavên Pêwîst, Ku Desthılat Bavêje
Ger hukimet rast dibêje, sistema wesayetê li pêş çareseriya kêşeya Kurd asteng bû, me helwêst girt, me got: ger ev sistem li pêş te asteng e, em jî dê alîkarî bikin, ev astengî ji pêş te hilweşin. Em li ser soza xwe man. Niha dive desthilat pêngavan ji bo çareseriya vê kêşeyê biavêje. Ger navêje, mezintirîn muhalefet, em dê li hemberê bikin.
Lı Ser Referendûma Serxwebûnê Ya Başûrê Kurdıstanê
Li ser referendûma serxwebûna Kurdistanê, em rêzê li helwêsta gelê Başûrê Kurdistanê digrin. Gelên me li Başûr çi biryarê bidin, em mafdar dibînin. Her kes jî dive rêz li vê biryarê bide. Em dixwazin bi rêya danûstandinê di navbeyna Hewlêr û Bexda de ev pirs bê çareserkirin. Bi sûretek aştiyane jî, mirov dikare ji hevûdu cuda bibe. Bibin du cîranên ku, di nav aştî û aramiyê de cîraniya hevûdu dikin.
Lı Ser Tundûtujıyê Û Huda - Par
Em li dij tundûtujiyû ne. Gelek caran êrîş hatin ser me. Ji roja HUDA-PAR hatiye avakirin, zêdeyî 500 êrîş hatin ser me. Me giliyê PKK li ba gelê xwe kir. Me bersîva wan neda. Ew naxwazin, ji derveyî wan aliyek din siyasetê li Kurdistanê bike, ji ber vê iftirayan li me dikin. Em ne aliyê tundûtujiyê ne.
Gelo Berdewamıya Hızbullah In?
Em ne berdewamiya tu aliyek in. Ji xwe Hizbullah wekî partiyek heye, Hizbullah partiyek din e. HUDA – PAR partiyek din, partiyek yasayî ye.