Navê DEM Partiyê hat qebûlkirin

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, navê kurt ê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) qebûl kir.

26.12.2023, Sal - 13:41

Navê DEM Partiyê hat qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Partiya Çepên Kesk, 15ê Çiriya Pêşîna 2023yan di 4emîn Kongreya Asayî de navê partiyê kiribû Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê û kurteya wê jî kiribû HEDEP.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê bi hinceta ku navê HEDEPê dişibe kurteya navê Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) ku sala 1994an hatibû avakirin biryar dabû navê HEDEPê bê guhertin.

Rêveberiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê li ser biryara Dadgeha Bilind kom bû û roja 11ê Kanûna Pêşîna 2023yan biryar da navê kurt ê nû yê partiyê bibe “DEM Partî.”

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, navê kurt ê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê wekî “DEM Partî” qebûl kir û li ser malpera xwe jî bi wî awayî nivîsand.

Li aliyê din, Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, serlêdana jinûveavakirina Partiya Çepên Kesk a ku 24ê Çiriya Paşîna 2023yan hatibû kirin qebûl kir.

Bi avakirina Partiya Çepên Kesk re hejmara partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bû 141.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x