Amerîka: Em naxwazin operasyona serbazî li Sûriyê bibînin

Tirkiyê di van hefteyên dawî de topbaran û êrîşên xwe yên esmanî li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

08.12.2022, Per - 08:04

Amerîka: Em naxwazin operasyona serbazî li Sûriyê bibînin
Nuçe Belav bike

Dîrektorê Peywendiyên Stratejîk ê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, John Kirby careke din têkildarî egera êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ragihand, ew ne ligel wê yekê ne Tirkiye operasyoneke serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojava) bike, lê tekez kir, mafê Tirkiyê ye ku berevaniyê li asayîşa welatê xwe bike.

Tirkiyê di van hefteyên dawî de topbaran û êrîşên xwe yên esmanî li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û herî dawî rayedarên Tirkiyê gefa wê yekê dikin ku ew dê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgiriya wan dike, êrîşeke bejayî dest pê bikin.

Heta niha Amerîkayê çend caran dijatiya xwe li gel her core êrîşeke nû ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de aşkere kiriye û bi zelalî ragihandiye, ku ew naxwazin li bakurê Sûriyê ti operasyoneke leşkerî bê kirin.

Roja Çarşembê 7ê Kanûna 2022an, Dîrektorê Peywendiyên Stratejîk ê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, John Kirby ji rojnamevanan re ragihand ku ew ne ligel wê yekê ne ti operasyoneke serbazî li Sûriyê bê kirin û got: “Em naxwazin ti operasyoneke serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê bê kirin ku bibe sedema çêbûna metirsiyê bo ser xelkê sivîl, herwiha metirsiyê bo ser serbaz û karmendên me li Sûriyê çêbike, ligel şerê dijî DAIŞê jî.”

John Kirby da zanîn ku mafê Tirkiyê ye berevaniyê li xwe bike, bi taybetî li dijî terorîzmê û got: “Em îtirafê bi wan gefan dikin ku rûbirûyê gelê Tirkiyê bûne, lê em ne di wê baweriyê de ne, fikra operasyona serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê baştirîn rê be bo nehiştina wê gefê.”

Hefteya borî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji ber êrîşên meha borî yên Tirkiyê bo ser navçeyên di jêr desthilata wan de, gerên hevbeş ên ligel serbazên Amerîkî rawestandine, lê piştre di destpêka vê hefteyê de, artêşa Amerîkayê ragihand ku dest bi gerên hevbeş ên ligel HSDê kirine.

Çend caran jî HSDê hişyarî daye ku eger Tirkiye êrîşa bejahî bo ser Rojavayê Kurdistanê bike, ew neçar dibin êdî tenê berevaniyê li xwe û xelkê xwe bikin û şerê dijî DAIŞê lawaz dibe. HSDê roja 7ê Mijdarê jî eşkere kir ku eger Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bike, dibe zêdeyî 5 milyon kes koçber bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x