Berdevkê Koalîsyonê: Em di navbera Hewlêr û Bexda de dijî bikaranîna tundiyê ne!

Berdevkê fermî yê hêzên Hevpeymanê Navnetewî yê dijî rêxistina terorîst a DAIŞ'ê Ryan Dillon ragehand, ew dijî bikaranîna tundiyê ne di navbera Kurdistanê û Iraqê de.

25.10.2017, Çar - 12:55

Berdevkê Koalîsyonê: Em di navbera Hewlêr û Bexda de dijî bikaranîna tundiyê ne!
Nuçe Belav bike

Îro 25.10.2017ê berdevkê hevpeymana navnetewî ya dijî DAIŞê Ryan Dillon ragehand, hêzên hevpeyman daxwaz li Pêşmerge û artêş û milîsên Iraqê dike xwe ji tengezariyên zêdetir biparêzin.

Ryan Dillon ragehand, guftûgo û danûstandin di çarçoveya destûra Iraqê helbijardeya herî başe bo çareseriya nakokî û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de.

Berdevkê hevpeymanan radigehîne ku hêzên hevpeyman dijî bikaranîna tundiyê ne di navbera hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê de û got: ‘’Em daxwaz dikin seqamgiriya eniya şerê dijî DAIŞê têknebin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1558 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:09:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x