Joe Biden gef li Îranê xwarin

Joe Biden hişyarî da Îranê ku Amerîka dê ji bo parastina hêzên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, “bi tundî gurzê xwe daweşînin”. Artêşa Amerîkayê û grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li Sûriyê hev bombebaran û topbaran dikin.

25.03.2023, Cts - 11:31

Joe Biden gef li Îranê xwarin
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Înê 24ê Adara 2023an li Ottawa ya Kanadayê got, “Amerîka naxwaze bi Îranê re bikeve şer lê bila xwe ji me re amade bin ji ber ku em ê bi tundî gurzê xwe daweşînin da ku xelkê xwe biparêzin.”

Biden got, “Amerîka dê xebatên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re ji bo têkoşîna li dijî gefên terorîstî yên li herêmê bidomîne.”

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) roja Înê 24ê Adara 2023an weke tolhildana êrîşa firokeyên bêfirokevan ên li ser baregeheke Amerîkayê yê li nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, 3 binkeyên grûpeke çekdar a ser bi Îranê ve kir armanc û di encamê de herî kêm 14 kes kuştin.

Piştî daxuyaniyên Biden, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi 10 mûşekan êrîşî Gundê Kesk ê li bakurê rojhilatê Sûriyê hêzên hevpeymanan hatiye kirin.

Yek ji wan mûşekan "5 kîlometran dûrî baregehê ket", zerar da malekê ku du jin û du zarok "bi sivikî birîndar bûn."

Baregeha Gundê Kesk a Amerîkayê li nêzîkî zeviya petrolê ya Omer li parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatê Sûriyê ye. Navçe di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û Artêşa Amerîkayê jî tê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:09:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x