NY: Referandûm têkoşînê lewaz dike

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) jiber îxtîmala lewazbûyîna têkoşîna li hemer DAÎŞ'ê banga betalkirina Referanduma Kurdan kir.

18.09.2017, Pts - 10:24

NY: Referandûm têkoşînê lewaz dike
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li Kurdên Îraqê kir ku plana pêkanîna referanduma serxwebûne rawestînin da ku bandorên neyênî li ser şerê dijî DAIŞ’ê çênebin.

Guterres di daxuyanîyeke nivîskî de roja Yekşemê dîyar kir ku divê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê bi dîyalog û "lihevkirina avaker" werin çareser kirin.

Herêma Kurdistanê plan dike ku di 25’ê mehê de, li sê parêzgehên bin kontrola xwe û li hin herêmên kêşebar, ku Îraq jî wek bin desthilata xwe dibîne, referanduma serxwebunê bike.

Guterres got ku biryarên yekalî dê bala ser şerê dijî DAIŞ’ê belav sîst bike û zîyanê bide hewilên avakirinê û bizavên vegera penaberan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:35:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x