Washington: Pêwendî bi rêjîma Esed re nayê asayîkirin

Wezareta Derve ya Amerîka pêşwazî li şandeke Desteya Danûstandkar a Opozîsyonê Sûriyê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku siyasta Amerîka derbarê Sûriyê de nehatiye guhartin û ew li dijî asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Beşar Esed re ne.

26.04.2023, Çar - 09:34

Washington: Pêwendî bi rêjîma Esed re nayê asayîkirin
Nuçe Belav bike

Beşa Karûbarên Rojhilata Nêzîk di Wezareta Derve ya Amerîka de îro 26ê Nîsana 2023an li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîka Barbara Leaf pêşwazî li şandeke Desteya Danûstandkar a opozîsyona Sûriyê kir.

Diyar kir jî, aliyê Amerîkî di civînê de tekezî li ser wê yekê kiriye, siyaseta wê derbarê Sûriyê de nehatiye guhartin, ji ber nebûna guhertinên siyasî yên herdemî û piştgiriyek bihêz ji biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 re di nav de jî rola opozîsyona Sûriyê, ti pêwendî bi rêjîma Esed re nayê asayîkirin.

Şanda Desteya Danûstandkar duhî sêşemê 25ê Nîsanê bi serokatiya Serokê Desteya Danûstandkar Bedir Camûs endametiya Serokê Hevpeymaniya Opozîyonê Salim El-Muslet, nûnera serbixwe Fedwa El-Icêlî û Nûnerê ENKSê di opozîsyona Sûriyê de Îbrahîm Biro gihîştibû Washingtonê.

Ji aliyê xwe ve, Bedir Camûs piştî hevdîtina bi Barbara Leaf re diyar kir, wan di civînê de tekez kir li ser wê yekê kirin ku her çareseriyeke siyasî li Sûriyê, divê li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê be, nemaze biryara 2254, her wiha nebûna çareseriya siyasî û cibicînekirina qonaxa veguhêz, dê trajediya gelê Sûriyê zêdetir bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x