Çînê li derdora Taywanê dest bi manoreke leşkerî kir

Çînê li derdora girava Taywanê bi keştiyên şer dest bi manoreke leşkerî kir.

10.04.2023, Pts - 11:30

Çînê li derdora Taywanê dest bi manoreke leşkerî kir
Nuçe Belav bike

Keştiyeke şer a Çînê sînorên ava Taywanê derbas kir ku çend sed metre ji keştiya şer a Taywanê dûr e. Kaptanê keştiya Taywanê hişyarî dide ku ji wê zêdetir nêzîk nebe. Ev beşeke biçûk e ji manora leşkerî ya Çînê ya ku sê roj in li derdora girava Taywanê dike ku bala Amerîka jî li ser e.

Li kolaneke Taipei ya paytexta Taywanê, xelk li ser monareya leşkerî diaxivin, hinek dibêjin ew tenê çavtirsandin e û ne tiştekî din e, hinek jî din ditirsin û bawer dikin ku êrîşa Çînê nêzîk e.

Welatiyê Taywanî Michael Chuang got, “Eger me dagir bikin, em nikarin birevin jî. Ka em binêrin dê pêşeroja me çawa be.”

Welatiyekî din ê bi navê Hong Xiang Yu diyar dike ku hinek tirs di dilê wî de heye û got, “Binere, em li Meydana Azadiyê ne. Ez hêvî dikim ku em her wiha azad bimînin, azad bin di daxwaz û raderbirînê de.”

Çînê di çarçoveya manoreya leşkerî de 5 keştiyên wêranker û keştiyên firokeyan li sînorê avên Taywanê bi cih kirine.

Firokeyên şer jî bi berdewamî li derdora giravê difirin û derdora Taywanê bi bombebaran dikin û çekên rastî bikar tînin, di heman demê de Taywan jî di amadebaşiyê de ye.

Manoreya leşkerî ya Çînê, Amerîka jî nîgeran kiriye. Di Îlona 2022an de, Serokê Amerîkayê Joe Biden gotibû ku ew ê di haleteke êrîşê de Taywanê biparêzin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got, “Em ê bi berdewamî bang li Pekînê bikin ku zextên xwe yên leşkerî, dîplomatîk û aborî yên li dijî Taywanê rawestîne û li şûna wê diyalogeke dîplomatîk a watedar bike. Tu hincet nînin ku rêça ku li gorî siyaseta demdirêj a Amerîkayê ye bo berovajî biguhere.”

Piştî 72 salên desthilatdariya herêmî, Çîn niha jî Taywanê wek parçeyeke xwe dibîne. Pekîn ji berpirsên Amerîkî jî hişyar dike ku Taywanê wekî pergaleke cûda nenirxînin.

Çînê hem serdana Seroka Encûmena Nûneran a wê demê Nancy Pelosi ya ji bo Taipei ya di Tebaxa 2022an de, hem jî serdana Serokê Taywanê ji bo Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Kevin McCarthy ya di Nîsana îsal de şermezar kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x