Japonyayê li ser PKKyê daxuyaniyek da

Balyozxaneya Japonyayê ya Tirkiyeyê ragihand ku Hikûmeta Japonyayê, PKK ji “lîsteya rêxistinên qedexekirî” dernexistiye.

07.12.2023, Per - 08:12

Japonyayê li ser PKKyê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Berî çend rojan hatibû ragihandin ku Ajansa Îstixbarat û Ewlehiya Gel a Japonayayê (PSIA) li ser malpera xwe ya fermî PKK ji “lîsteya rêxistinên qedexekirî” derxistiye.

Balyozxaneya Japonyayê ya Tirkiyeyê piştî belavbûna vê nûçeyê û nerazîbûna beşek ji berpirsên Enqereyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Balyozxaneya Japonyayê ragihand ku wan PKK ji “lîsteya rêxistinên qedexekirî” dernexistiye û tekez kir ku di polîtîkaya Hikûmeta Japonyayê ya li ser PKKyê de ti guhertinek çênebûye.

Balyozxaneya Japonyayê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got:

“Websiteya Ajansa Îsrixbaret û Ewlehiya Gel a Japonayayê roja borî hatiye nûkirin û ew mijara ku behsa wê tê kirin niha hatiye jêbirin.

Hikûmeta Japonyayê sala 2002yan PKK xiste rêxistinên terorî û wan rêxistinên ku divê mal û milkê wan bê ragirtin û çalakiyên terorî yên ji aliyê PKKyê ve tên kirin şermezar dike.

Di polîtîkaya Hikûmeta Japonyayê de ti guhertin nînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:34:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x