Li Afganîstanê 24 kes ji ber qerisîn canê xwe ji dest dan

Li Afganîstanê ji ber xirabûna rewşa hewayê 24 kes qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.

16.01.2023, Pts - 11:03

Li Afganîstanê 24 kes ji ber qerisîn canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyên medya Afganîstanê, di rojên dawî de bi taybetî li herêmên hundir û bakurê welêt hewaya cemidî ya bi bandor bû sedema mirinan.

Li gorî vê yekê, li Bedgisê 4 jê zarok 5 kes, li Herat û Baglanê 9 kesên ku li kolanan dijiyan, li Hostê 5, li Faryabê 2, li Cûzcan 2 û li Sar-e Polê jî 1 kes ji ber qufilîn ango qerisîn jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din ve jî hat parvekirin ku ji ber hîpotermiyê bi sedan kesî serî li nexweşxaneyan dan û bi hezaran dewar jî mirin.

Li Afganîstanê, beşeke mezin a mirovên xwedî daheteke kêm, ku di demsala zivistanê de ji ber krîza aboriyê nikarin dar û komirê bistînin, hene.

Herwaha ji ber di demsala zivistanê de rewşa hewa gelek xirab dibe û xwe gehandinê de zehmetê çêdibin saziyên mirovî jî nikarin alîkariyan bigehînin malbatên pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî.

Basnews-Rukiye Mistefa
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:49:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x