Biryar hat dayîn: Kurdên Dîaspora tê dengên elektronîk bikarbînin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê biryar da, ku Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, bi awayekeî elektronîkî deng bidin.

11.08.2017, Cum - 11:30

Biryar hat dayîn: Kurdên Dîaspora tê dengên elektronîk bikarbînin
Nuçe Belav bike

Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Karwan Celal ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna îro 11-08-2017 de komîsyonê biryar da, ku Kurdistaniyên hemwelatiyê Başûrê Kurdistan yên li derveyî welat dijîn, dikarin bi awayekî elektronîkî deng bidin.”

Beriya niha Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Cotyar Adil ji Rûdawê re gotibû, ji bo cara yekemîn komîsyon rêya dengdana bi sîstema elektronîkî vedike da ku rewenda Kurdistanê deng bidin.

Adil gotibû, ku ev sîstem dê bi rêya application be, her hemwelatiyek piştî tomarkirina navê xwe dê bibe xwediyê kodekî taybetî û bi rêya wê kodê jî dikare roja giştpirsiyê dengê xwe bikar bîne.

Cotyar Adil herwiha diyar kiribû, ku tomarkirina navan ji bo hemwelatiyên derveyî welat dê roja 1ê Îlonê dest pê bike û heta 7ê Îlonê berdewam be.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:59:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x