Hevdîtina ku paytexta Polonya Varşovayê pêkhat de, çareseriya qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê û geşedanên dawî ya Rojhilatanavîn hat nirxandin.
Serokomarê Polonyayê Andrzej Dûda da zanîn ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê divê bi rêya diyalogê were çareserkirin û got; \" Em hêvî dikin ku pêwendiyên di navbeyna Herêma Kurdistan û Iraqê de ji nû ve bi hêz bibe û ew pirsgirêkên heyî were çareser kirin. Ev pirsgirêk encax bi rêya diyalogê çareser dibe, pirsgirêk bi serlêdana nexşerêyên aştiyane çare dibîne.\"