Ofîsa Serokwezîriya Brîtanyê ragihand ku wezîrên di hikûmeta berê de cih girtibûn Wezîrê Parastinê Ben Wallace, Wezîrê Skotlandê Alister Jack, Wezîrê Wales (Galler) Robert Buckland û Serokê 26mîn Aliyên Konferansa Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî Alok Sharma dê dîsa li ser erka xwe berdewam bin.
Kesên din ên di kabîneya nû ya Brîtanyayê de cih girtine ev in:
Therese Coffrey, Cîgira Serokwezîr û Wezîra Tenduristiyê; Kwasi Kwarteng Wezîrê Darayî; Wendy Morton Birîkara Xezîneyê; James Clevery Wezîrê Derve; Suella Braverman Wezîra Navxwe; Brandon Lewis Wezîrê Dadê; Penny Mordaunt, Seroka Meclisê; Lord True CBE Rêberê Kameraya Lordan; Chris Heaton-Harris Wezîrê Bo Îrlandaya Bakur; Michelle Donelan Wezîra Dîjîtal, Çand, Medya û Werzişê; Anne-Marie Trevelyan Wezîra Veguhestinê; Ranil Jayawardena Wezîrê Jîngeh, Xwarin û Karûbarên Gundan; Kit Malthouse Wezîrê Perwerdeyê; Chloe Smith Wezîra Xebat û Xaneşînbûnê; Kemi Badenoch Wezîra Bazirganiya Navneteweyî; Simon Clarke Wezîrê Cihûwarbûnê; Michael Ellis Dozgerê Giştî yê Brîtanyayê; Jacob Rees-Mogg Wezîrê Karsazî, Enerjî û Stratejiya Pîşesaziyê.
Duyemîn kesê xwedî desthilat Kurd e
Nedîm Zehawî yê bi eslê xwe Kurd e ku berê jî wezîrê darayî û wezîrê perwerdeyê yê Brîtanyayê bû, sê post wergirtin. Êdî duyemên kesê xwedî desthilat yê Brîtanya ye. Ew jî Wezîrê Karûbarê Herêmên Brîtanya, Wezîrê Yeksaniyê û Şêwirmendê Doqnişîna Lancasterê ku ew piştî serokwezîr posta herî bilind e di nava kabîneya Hikûmeta Brîtanya de û ji hemû wezîr û şêwirmendên din bilindtir e.
Nedîm Zehawî di sala 1967an de li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê di malbateke Kurd de hatiye dinyayê û dema ku 9 salî bûye, malbata wî koçberî Brîtanyayê bûye û li wî welatî bicih bûne.
Zehawî pêştir bo çend xûlan di parlamentoya Brîtanyayê de li ser lîsta Partiya Parêzgaran (Konservatîv) bûbû parlamenter û di dema parlamenteriya xwe de çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbû.