Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Êrişa li Belçîkayê nayê qebûlkirin

Konfederasyona Revenda Kurdistanî êrişa nijadperestin Tirk a li ser malbateke Kurd a li Belçîkayê şermezar kir û ragihand, “li paytexta Ewropayê de rûdaneke wiha nayê qebûlkirin.”

27.03.2024, Çar - 14:21

Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Êrişa li Belçîkayê nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Li bajarokê Heûsden-Zolderê yê Belçîkayê komeke 25ê Adarê nijadperstên Tirk êrişî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan kiribû.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi daxuyaniyekê ew êriş şermezar kir.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê êrişê de ve agahî dan:

“Grupeke ciwanên Kurd, bi alaya Kurdistanê û bi cil û bergên kurdî, ji bo pîrozkirina cejna Newrozê bi seyaran li cadeyên bajarê Lovenê xwepêşandin kir.

Ev yek bûbû egera wê yekê ku nijadperestin Tirk erişî malbateke Kurd bikin û bavêjin ser mala wê malbatê.

Malbat ji aliyê polîsan ve ji nijadperestan hatibû parastin. Di wê êrişê de camên pencereyên xaniyê wê malbatê hatibûn şikestin.

Ev bûyer li Lovenê derbasî bajarên wekî Hassel û Brukselê jî bû. Ev çend roj in erîşên grûpa tundrewên Tirk, her berdewam dike.

Di vê erîşê de 2 endamên navenda me ya Belçîkayê ji birîndar bûn.”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî diyar kir ku di çareserkirina hemû cure nakokiyan de bikaranîna tundûtûjîye red dike û metodên demokratîk û aştiyane di hemû xebat û çalakiyên xwe de ji xwe re esas digire.

“Êrişkirina dukanan xizmeta Kurdan û xelkê Belçîkayê nake”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî amaje bi wê yekê kir ku pîrozkirina Newrozê mafekî rewa yê gelê Kurd e û got:

“Mafê ti kesî jî nîne pêşî li pîrozkirina cejna Newrozê bigire.

Em êrişên nijadperestan ên li ser Kurdan şermezar dikin û li paytexta Ewropayê rûdaneke wiha nayê qebûlkirin.

Di heman wext de ku Kurdên niştecihên Belçîkayê jî divê nerazîbûna xwe li hemberî êrişên nijadperestan, li gorî qanûn û yasayên Belçîkayê nîşan bidin.

Êrişkirina dukanan û derdorên xwe, xizmeta Kurdan û xelkê Belçîkayê nake, belkî xizmeta nijadperestan bike.”

“Zemînê ji nijadperestan re xweş nekin”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji ciwanên Kurd xwest ku ew neyên provakasyonên nijadperstan û nerazîbûna xwe li gor yasaya Belçîkayê bînin ziman û got:

“Divê ciwanên Kurd ji metodên tund û tûjiye dûr bin û zemînê ji nijadperestan re xweş nekin.

Wekî her milletekê, Kurd jî mafê xwe heye, bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi kultur û kevneşopiyên xwe cejnên xwe yên neteweyî û olî pîroz bikin.

Kurd her tim aştîxwaz bûne û dê her berdewam be di aştîxwazbûnê de.

Loma, em bangî malbatên Tirkan jî dikin ku zarokên xwe ji bikaranîna tund û tûjiya li dijî Kurdan, dûr bixin!

Em bangî hukumet û hêzên ewlehiya Belçîkayê jî dikin ku mecal nedin grûpa tundrew a Tirk ku êrişî Kurdên niştecîhên Belçîkayê bikin.

Bila êrişkar û provakator bên girtin û bên cezakirin.”

Vî nûçeyê tevayî: 1476 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:48:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x