Ketina hundirê Parlamentoya Ewropayê li hemû kom, rêxistin û kesayetên di nav lîsteya terorê ya Ewropayê de ku PKK û DHKP-C jî dinav de cî digirin hat qedexekirin.
Li gor danezana ku ji endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) re hatiye şandin, pêşniyara Serokê PEyê Antonio Tajanî ya qedexekirina hatina parlamenê ya kom, kes û rêxistinên di lîsteya terorê ya Ewropayê de cî digirin hatiye pesendkirin.
Piştî vê biryarê dê endamên PE'yê û komên siyasî yên YE'yê nikaribin nûnerên rêxistinên ketine lîsteya terorê vexwînin parlamentoyê û nehêlin xwe nêzî avahiyên PE'yê bikin.
Dewleta Tirkiyê gelek caran bertek ji Ewropayê re nîşan didan ku nûnerên rêxistinên wekî PKK û DHKP-C vedixwînin parlamentoyê û rê didin wan çalakiyan li ber avahiyên YE'yê li dar bixin.