Parlamenterê Alman: Em li bendê ne di serê sala nû de jenosîda Êzdiyan bê naskirin

Parlamenterê Partiya Keskan a Almanyayê Max Lucks diyar kir ku Parlamentoya Federal a Almanyayê (Budestag) dê di meha Çile ya sala pêş de komkujiya Êzdiyan binirxîne û ew li bendê ne ku komkujî weke jenosîd bê qebûlkirin

09.12.2022, Cum - 12:11

Parlamenterê Alman: Em li bendê ne di serê sala nû de jenosîda Êzdiyan bê naskirin
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Partiya Keskan a Almanyayê Max Lucks ji ajansa Rûdawê re axivî û ragihand ku ew plan dikin ku di meha Çileyê de komkujiya Êzdiyan weke jenosîd bê qebûlkirin û wiha got “Weke Partiya Keskan ev demeke dirêj e li Parlamentoya Almanyayê têdikoşin ku komkujiya hovane ya li dijî civaka Êzidî ku di sala 2014an de pêk hat ji aliyê Almanyayê ve weke jenosîd bê qebûlkirin.”

Lucks anî ziman ku divê ji bilî qebûlkirina jenosîdê tiştekî ji wê zêdetir bikin û dibêje “Ev gav tê wateya edaletê ji bo hemû qurbaniyên jenosîdê ku ez pê re axivîm, û armanca wê pejirandina êş û azarên wan e, lê divê ev gav ji qebûlkirina jenosîdê zêdetir wateyek bide. Weke Almanya divê em ji bo başkirina rewşa mirovî ya Êzidiyan zêdetir berpirsyariyê bigirin ser xwe. Divê ewlekarî û aramî li Şengalê ji nû ve pêk were. Divê Almayayê berpirsiyariya parastina Êzidiyan bigire ser xwe ji ber ku mezintirîn dîasporaya Êzîdî li Almanyayê dijî.”

Rêveberê Ofîsa Karûbarên Êzidiyan a Almanyayê Guhdar Qaîdî di Tîrmeha 2021’an de ji bo naskirina jenosîda Êzidiyan serî li Parlamentoya Federal a Almanyayê dabû.

Lucks diyar kir ku ji serê salê ve serlêdana Qaîdî dinirxînin û wiha berdewam kir “Di parlamentoyê de ev mijar hat nîqaşkirin û daxwaza Qaîdî hat qebûlkirin. Parlamentoyê li ser mijarê lêkolînek pir cidî kir û pêvajo bi lez pêş ket. Ev jî ji bo Êzidiyan gelekî girîng e.”

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê û derdora wê kir, bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kir û bi hezaran jî revandibûn. Heta niha çarenûsa 2713 Êzidî ku 1270 ji wan jin in ne diyar e.

Parlamentoya Fransayê ku di sala 2016an de komkujiya Êzidiyan weke jenosîd nas kir, yekemîn parlemento bû ku jenosîda Êzidiyan nas kir.

Di 6ê Tîrmeha 2021an de Parlamentoya Hollandayê komkujiya DAIŞê ya li dijî Kurdên Êzdî weke jenosîd qebûl kir.

Parlamentoya Belçîkayê jî di 15’ê Tîrmeha 2021’an de komkujiya Êzidiyan weke jenosîd nas kir û ji 150 parlamenteran 139an dengê ‘erê’ dan. Di dengdanê de dengê "na" derneketibûn.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:24:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x