Parlamentoya eyaleteke Awusturyayê Komkujiya Helebceyê wek 'cenosîd' nas kir

Parlamentoya Eyaleta Viyanayê ya Awusturyayê, Komkujiya Helebceyê wek ‘cenosîd’ nas kir. Di rûniştina parlementoyê ya ku duh hat lidarxistin de, bi yekdengiya hemû parlementeran êrîşa bi gaza kîmyewî ya li ser Helebceyê wek cenosîd hat qebûlkirin.

24.03.2023, Cum - 13:42

Parlamentoya eyaleteke Awusturyayê Komkujiya Helebceyê wek 'cenosîd' nas kir
Nuçe Belav bike

Pêşnûmeya hevpar a Partiya Keskan, Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê (SPO), Awusturyaya Nû û Foruma Lîberal (NEOS) roja Pêncşema 23ê Adara 2023an di parlamentoyê de hat qebûlkirin.

Di daxuyaniya Parlamentoya Viyanayê ya li ser biryarê de, gotinên Parlamentera Kurd a Partiya Keskan Bêrîvan Aslan ku di wergirtina biryarê de xebateke mezin kir jî cih girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin di êrîşa bi gaza kîmyewî ya ku beriya 35 salan ji aliyê dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyîn ve hat kirin de 5 hezar Kurd hatin qetilkirin.

Parlamentera Partiya Keskan Berîvan Aslan jî li ser hesaba xwe ya Twitterê biryara Parlamentoya Viyanayê ya Awusturyayê li ser Komkujiya Helebceyê ragihand.

Berîvan Aslan di nivîsa xwe de got, “Bo yekemîn car di dîroka siyasî ya Awusturyayê de komkujiya li ser Kurdan wek "Cenosîd " hat naskirin. Îro kîmyabarana Helebceyê wek komkujiya li ser Kurdan bi dengê hemû partiyên Awusturyayê piştgirî lê hate kirin!”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:47:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x