Hat ragihandin ku Parlamentoya Îngîltereyê ji bo êrişa milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî yên ser Kerkûk û navçeyên Kurdistanî wê civîneke taybet li dar bixe.
Rojnameya The Guardian a Îngîltereyê raportek weşand û di raporta xwe de ragihand ku dibe sibê Parlamentoya Îngîltereyê derbarê êrişên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û rola Londonê di wan bûyeran de civînekê taybet li dar bixe.
Li gorî nûçeya The Guardianê Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê hikûmata Îngîltereyê ji bo civînê hatiye vexwendin.
Li gor îdîayên rojname ku li ser zimanê wezîrekî berê yê Îngîltereyê radigihîne, bi awayekê nerasterast destê Îngîltereyê di dagîrkirina Kerkûkê de heye û bi piştevanîkirina wê ji jikûmeta Îraqê re di wê mijarê de, kurdên hevpeymanên xwe lawaz kiriye û alîkariya Tehranê jî kiriye ku desthilata xwe li Iraqê berfirehtir bike.