Stoltenberg: Erdogan razî bûye Swêd bibe endamê NATOyê

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku Tirkiyê endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kiriye û belgeya pesendkirina endamtiya Swêdê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê bike.

11.07.2023, Sal - 06:52

Stoltenberg: Erdogan razî bûye Swêd bibe endamê NATOyê
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdariya Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya li Vilniusê, çû Komara Lîtvanyayê.

Recep Tayyip Erdogan li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya LIETXPOyê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re civiya.

Derbarê vê mijarê de Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku Tirkiyê endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kiriye.

Stoltenberg got: “Peymana ku me îro li ser wê li hev kir, wek peymana ku me par li Îspanyayê li ser li hev kir e. Birêz Erdogan biryara qebûlkirina endamtiya Swêdê daye. Swêd dê çi bike di peymanê de hatiye nivîsandin.”

Di civîna di navbera Tirkiye, Swêd û NATOyê de li hev kirine ku hevalbend ji bo nebûna sizayên veberhênan û bazirganiya berevaniyê û rakirina astengiyan bixebitin.

Di civîna navbera Tirkiye, Swêd û NATOyê de hat ragihandin ku Tirkiye dê Protokolên Tevlêbûna NATOyê yên Swêdê bişîne Parlamentoya Tirkiyê û ji bo erêkirina wê dê di nava hevkariyeke nêzîk de be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:59:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x