Yekîtiya Ewropayê lidûçûnê ji bo êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê dike

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê radigehîne, “Ez dê serdana Herêma Kurdistanê bikim û dê bi hikûmet û aliyên siyasî re di derheqa êrîşa li ser Hewlêrê de danûstandinan bikim”.

11.02.2024, Paz - 18:10

Yekîtiya Ewropayê lidûçûnê ji bo êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê dike
Nuçe Belav bike

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê Thomas Seiler îro (Yekşem, 11.02.2024) li ser tora civakî ya Xê amaje daye ku, dê li Nîsana îsal serdana Hewlêrê bike û dê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî re bicive.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê ragehandiye, “Ez dê di serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê de danûstandinan li ser pirsa êrîşa li ser Hewlêrê bikim, ku ji aliyê Îranê ve hatibû kirin”.

Roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn.

Li beranberî wê êrîşê, li piraniya bajar û bajarkên Kurdistanê û bajarên mezin ên Ewropayê xwenîşandin ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê hatin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:33:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x