Berdevkê berê yê CENTCOMê: Êrişên Amerîkayê yên li ser grûpên çekdar dê çend rojan berdewam bikin

Berdevkê Berê yê CENTCOMê ragihand ku êrişên şeva borî yên hêzên Amerîkayê dê destkefteke wisa berbiçav bi dest nexin û got jî ku komên nêzî Îranê dê êrişên xwe li ser hêzên Amerîkayê berdewam bikin, loma: "Bersiva herî baş êrişa rasterast a li ser Îranê ye."

03.02.2024, Cts - 13:59

Berdevkê berê yê CENTCOMê: Êrişên Amerîkayê yên li ser grûpên çekdar dê çend rojan berdewam bikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Berê yê Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino îro bû mêvanê bernameya Nûroja Rûdawê û li ser êrişa şeva borî ya Amerîkayê li ser Sûriyê û Iraqê ji Rûdawê re axivî.

Buccino got "Êrîşên Amerîka dê hefteya bê bidomin, lê dê ne bi hefteyan belê çend rojan bidomin." Vî berpirsê berê yê Amerîkayê got "Îran bi me re dilîze, şer bi grûpan dide kirin û bi me dikene."

Herwisa Berdevkê Berê yê Centcomê got "Serok Biden û rêveberiya wî naxwazin metirsî bikeve ser wan û hestek jî heye ku eger em êrişekê jidil bikin û em bixwazin zirarê bidin Îranê, dê bibe şerekî dorfireh."

Berî ku Amerîka êrişî komên çekdar bike behsa êrişan kiribû lê dem û cih eşkere nekiribû. Joe Buccino di vî warî de dibêje "Berî êrişê di konferansên rojnamevanî de hemû nihênî gotin, eşkere gotin ku em êrişî Îranê nakin lê em dê li pey we (grûpên çekdar) bin."

Naveroka Hevpeyvîna Rûdawê bi Berdevkê Berê yê Centcomê Joe Buccino re:

-Amerîka dibêje ku wê tola xwe hilda. Li gorî te, ev êrişa Amerîkayê tolhildan bû û di asta pêwîst de bû?

Joe Buccino: Me li heman armancan da. Me di çend mehên çûyî de her li van armancan daye lê me vê carê li armancên zêdetir da. Ev komikên çekdar dikarin cardin Îraqê bi dronan dagirin. Jêrxanên ku me di van çend hefteyan de kirin armanc, loma dê ti destkefteke vê nebe.

-Ev siyaset û stratejiya Amerîkayê li hember van komên çekdar e. Li gorî te, heya niha stratejiyeke taybet a Amerîkayê li hember komên çekdar ên nêzî Îranê heye?

Joe Buccino: Li gor min stratejî zelal e, naxwaze metirsî bikeve ser. Stratejî mîna lîstika damê ye. Komên çekdar livekê dikin, paşê em dilivin, paşê ew tevdigerin û paşê em tevgereke din dikin, êdî bi vî awayî em di vê lîstikê berdewam dikin bêyî ku ti encam an jî dawiyek jê re hebe.

- Çima stratejiyeke Amerîka ya taybet bi van koman nîne ji bo ku dawî li van êrîşan bîne, ne wekî tu dibêjî lîstikek e, ew êrîş dikin û hûn êrîş dikin?

Joe Buccino: Serok Biden û rêveberiya wî naxwazin metirsî bikeve ser wan û ev hest jî heye ku heke em êrîşeke rastîn bikin û bixwazin zirarê bidin Îranê, dê bibe şerekî berfireh. Tiştê ku em li vir dibînin, me di pênc rojên dawî de bi eşkereyî dabaşa vê yekê kir. Em êriş dikin. Em êrişeke tund dikin. Em êrişî Îranê nakin. Em şer bi Îranê re naxwazin. Bêguman em şer bi Îranê re naxwazin. Ev zaf qels xuya dike.

- Nexwe bi dîtina te, bersiva Amerîka li hember êrîşa ku li Urdinê hat kirin dereng ma? Pêwîst bû zûtir bersiv bide?

Joe Buccino: Belê, demeke dirêj bû. Me 5 roj bi axaftina li ser vê derbas kirin, di wê demê de jî komên çekdar ên li Îraq û Sûriyeyê rêzên xwe tundtir kirin, çekên xwe veşartin û roketên xwe birin derve.

- Hin gotegotk hebûn behs dikirin ku derengketina van êrîşan ji ber wê yekê bû ku Amerîka derbarê êrişan de agahî dane Îranê, gelo ev rast e?

Joe Buccino: Ne hewce bû ku ti agahiyên nepenî bide, wan eşkere got. Di konferansên çapemeniyê de behs kirin, em li Îranê nadin, em ê bi dûv we de bên, em li Îranê nadin. Pêwîstiya wan pê nebû ku ti zanyariyeke veşartî ji wan re bişînin, wan bi xwe li Pentagonê her tişt ji wan re got.

- Nexwe Buccinoyê birêz, armanca van êrişan çi ye, di demekê de ku te got 5 rojan domand, van grûpan xwe xurt kir û navên serkirdeyên diyar ên ku di êrîşê de hatin kuştin, nehatin eşkerekirin. Armanca vê çi ye?

Joe Buccino: Li vir li Amerîka xasma li Washington DC, zexteke mezin li ser Biden hebû piştî kuştina sê leşkerên Amerîkî da ku tiştekî bike. Ez jî ji vî tiştî jê re dibêjim "tiştekî bike" wî jî kir. Ew niha dikare bibêje ku wî tiştek kir, erê, bi rastî jî wî tiştek kir ku ti destkefteke wî nebû.

- Çima Joe Biden dibêje ku ew naxwaze şer firehtir bibe lê çima ev êriş berdewam dikin û Îran bi rêya komên xwe yên çekdar car caran berdewam êrişî hêzên Amerîka li Iraq, Sûriye, navçe û Deryaya Sor dike? Çawa Amerîka plana êrîşa li ser Îranê û êrîşa li ser hikûmeta Îranê li ser axa Îranê nekir? Îranê berê jî got ku her êrîşek wê bê bersiv nemîne.

Joe Buccino: Bi nêrîna min, em ê di sê hefteyên bê de, komeke din a biwekalet, komeke din a çekdar bibînin û li hêzên me didin. Hûn ê bibînin ku ev diqewime. Binêre, em wisa lê difikirin, Îran bi vê lîstikê pir kêfxweş e. Îran bi Amerîka re di nava şer de ye, lê Îran bi ti awayî şer nake. Komên milîs ên ku Îran wan fînanse dike ji bo wê şer dikin. Ew komik hejar in û Îran jî bi kuştina wan kêfxweş dibe, Îran qet guh nade wan. Lewra li gor min ev Îranê bihêztir dike û bi baweriya min Îran dê zextên xwe li ser Amerîkayê zêdetir bike.

- Tu dibêjî ku di nava sê hefteyan de dê komeke din a ser bi Îranê derkeve holê û êriş bike, tu vê yekê çawa dizanî? Ev kom kî ye û dê li ku êrîş bike? Komeke nû ye yan jî komên berê ne?

Joe Buccino: Bi dîtina min ev ceribandinek e, heman komên ku me êrîşî wan kir, dê li me bidin û êrîşî me bikin, çimkî ew dikarin pir bi lez mûşek û dronên xwe wergirin, ew mûşek û dron bi hêsanî têne çêkirin û bi hêsanî têne berhemanîn.

- Bi dîtina te, êrişên şeva borî yên Amerîkayê li ser baregehên hêzên çekdar ne li gor pêwîst bûn? Duh hin berpirsên Amerîkayê jî heman tişt gotin û gotin ku divabû êrîş mezintir bûya. Tiştê ku heye tê gotin ku dê êrîş bidomin û dê ne îşev tenê be. Wer dixuye ku dê êrîş di demjimêrên bê de jî bidomin. Bi nêrîna te, dê mezinahiya êrîşên vê carê çawa be?

Joe Buccino: Ez hêvî dikim ku mezintir û bihêztir bin, ez hêvî dikim ku ji wiha tundtir bin û êrîşî armancên girîng bikin çimkî armancên niha qet ne girîng in.

- Divê Amerîka êrişeke çawa bike?

Joe Buccino: Bersiva herî baş ew e ku êrişî armancên watedar û girîng ên li hundirê Îranê bike yan jî bêyî ku bi rojan û berdewam li ser vê yekê biaxive bi lez êrişî berpirsên Îranê bike.

- Amerîka dibêje êrîş dê berdewam bin û dê ne êrîşeke tenê be, ma dê çiqasî bidome, çi zanyariyên te hene?

Joe Buccino: Li gor min, diçin hefteya bê û çend rojan didomin. Ne çend hefte, lê çend rojan didomin.

- Derbarê êrişên ku dê berdewam bikin ti zanyariyên te yên hûrbîn hene?

Joe Buccino: Ez nikarim zanyariyên nepenî li ser êrîşan bidim te.

- Ango her cara ku Amerîka êrîş kiribe û bersiv dabe, tenê carekê bûye, lê çima vê carê dirêj dike?

Joe Buccino: Rêveberî bi berdewamî û dubare li ser vê dipeyive û hin agahiyên zaf xofdar dide. Ew pir diaxivin û ev êrîş jî girîngiya xwe ji dest didin. Ew dixwazin xelk bizane ku dê çend rojan bidome. Ew hest dikin ku destê qehremaniyê li hember Îranê dihejînin lê ne wisa ye. Li gor min, Îran bi me dikene.

- Bi baweriya te, xelet e ku Amerîka ti êrîşekê li ser Îranê nake?

Joe Buccino: Bi baweriya min, ev xelet e û ti bandorek wê tune.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:01:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x