Sekreterê Giştî yê NATOyê: Hêvî dikim bersiva Îsraîlê maqûl be

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku piştî êrîşa Hemasê ya li hemberî Îsraîlê “Divê bersiva Îsraîlê maqûl be.”

12.10.2023, Per - 07:24

Sekreterê Giştî yê NATOyê: Hêvî dikim bersiva Îsraîlê maqûl be
Nuçe Belav bike

Stoltenberg piştî ku rûniştinên roja ewil ên Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê qediyan civîneke çapemeniyê li dar xist.

Stoltenberg li ser “metirsiya li herêmê belavbûna şerê Îsraîl-Hemasê”axivî.

Stoltenberg diyar kir ku “Îsraîl dawiya hefteyê rastî êrişên terorê hat, mirovên mesûm mirin û mafê Îsraîlê heye ku li hemberî êrişên terorê yên bi vî awayî xwe biparêze.”

“Ez hêvî dikim bersiva ku Îsraîl bide maqûl be”

Stoltenberg got, "Ez hêvî dikim bersiva ku Îsraîl bide maqûl be. Dema ev pevçûn didomin ji bo ku rê li mirina sivîlên mesûm bê girtin girîng e ku Îsraîl çi ji destê wê bê bike."

Stoltenberg destnîşan kir ku welatên dijminê Îsraîlê divê rewşa pevçûnê bi kar neyînin.

Stoltenberg herwiha bi bîr xist ku Amerîkayê li herêmê eskerên xwe zêde kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:13:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x