Baroya Amedê banga hilbijartina dersa Kurdî kir

Baroya Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke bi zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî banga hilbijatina dersên bijarte yên Kurdî li malbat û xwendekarên Kurd kir.

13.01.2023, Cum - 05:54

Baroya Amedê banga hilbijartina dersa Kurdî kir
Nuçe Belav bike

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 20ê Çileyê dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û vê daxwaza xwe bi rêya formên dersên bijarte bigihînin dibistanên xwe.

Ji bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî ev demeke li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sazî, kesayet, rewşenbîr, hunermend û xwebexşên zimanê Kurdî kampanyayek dane destpêkirin û daxwaz dikin ku xwendekarên Kurd wan dersan li dibistanên seretayî û navendî hilbijêrin.

Baroya Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî roja Pêncşemê 12ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û bi zaravayên Kurmancî û Zazakî bang li malbatên Kurd kir ku di heyama nû ya xwendinê de dersên Kurdî bo zarokên xwe hilbijêrin.

Baroya Amedê ragihandiye ew li ser mijara dersên bijarte û bikaranîna vî mafî amade ne ku her cor piştevaniyê di warê yasayî de bidin malbatên Kurd û tekez kiriye ku ew dê hewil di warê yasayî de rê li ber wan kesan bigirin ku hewil didin rê li ber hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî bigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 467 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:12:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x