Beştaşê bertekeke tund da parlamenterê AK Partiyê: Terorîst bavê te ye!

Parlamenterê AK Partiyê, ji Wekîla Serokê Koma HEDEPê Meral Daniş Beştaşê re got, “Terorîst”. Wê jî berê xwe dayê û wiha bersiva wî da, “Terorîst bavê te ye!”

15.11.2023, Çar - 07:29

Beştaşê bertekeke tund da parlamenterê AK Partiyê: Terorîst bavê te ye!
Nuçe Belav bike

Wekîla Serokê Koma HEDEPê Meral Daniş Beştaş, ji parlamenterê AK Partiyê yê ku jê re got “Terorîst” wiha bersiva wî da, “Terorîst bavê te ye!”

Wekîla Serokê Koma HEDEPê Meral Daniş Beştaş di Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser navê koma HEDEPê axivî.

Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku bi salan e destûr nayê dayîn ku rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Beştaş ev yek wekî binpêkirina hiqûqê bi nav kir.

Herwiha Beştaşê destnîşan kir ku nenaskirina hiqûqê tê wateya "hiqûqa çeteyan".

Li aliyê din Beştaşê da zanîn ku 8 parlamenterên HEDEPê ji ber ku pasaporta wan ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve hatiye astengkirin nikarin biçin derve û ev jî mînakeke din a "nenaskirina hiqûqê" ye.

Di vê navberê de parlamenterekî AK Partiyê ji Meral Daniş Beştaşê re got “terorîst”.

Li ser vê yekê Beştaşê berê xwe da wî parlementerê AK Partiyê û wiha bersiv da, “Terorîst bavê te ye. Tu yî terorîst."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 165 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x