Dema ‘krîza Abdullah Zeydan’ AK Partiyê çi dikir?

ema krîza Abdullah Zeydan li rojevê bû li nav AK Partiyê nîqaşên cuda çêbûne.

05.04.2024, Cum - 15:08

Dema ‘krîza Abdullah Zeydan’ AK Partiyê çi dikir?
Nuçe Belav bike

Nuray Babacana nivîskara Gazete Pencereyê, nîqaşên li nav AK Partiyê yên li ser Zeydan nivîsîn.

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 55,48ê dengan wergirtin û bû yekem.

Lê lijneya Hilbijartinan a Wanê biryar da mazbataya şaredarbûnê bide namzedê AK Partiyê ku li Wanê bûbû duyemîn.

Ev biryar li seranserê Bakurê Kurdistanê hat protestokirin.

Piştre Nûnerê DEM Partiyê yê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Mehmet Ruştu Tiryakî ragihand ku dê YSK mazbatayê bide Abdullah Zeydan.

Nuray Babacanê di nivîsa xwe de da zanîn ku rayedarên AK Partiyê li restoraneke civiyane û hinekan îdia kiriye ku “Ev operasyon li dijî AK Partiyê hatiye kirin.”

Nuray Babacanê diyar kir ku kesî ji wan rayedaran piştgirî nedaye biryarê û li ser ancamên siyasî yên biryarê axivîne.

Nuray Babacanê ragihand ku rayedarên AK Partiyê li ser mijara “Gelo qedexeya li ser mafên Abdullah Zeydan çawa hatiye rakirin?” axivîne û pê de çû:

“Di vê qonaxêde di asta Serokkomariyê de hewl hat dayîn da ku pirsgirêk li gorî îradeya gel were çareserkirin.”

Nuray Babacanê amaje pê kir ku dema vê krîzê cudahiyên di navbera Navenda Giştî ya AK Partiyê û ekîba Serokkomariyê de careke din derketine holê.

Dê encam çi be?

Babacanê anî ziman, “Eger dadgeh biryarê bide ku qedexeya li ser Zeydan beriya dema wê were hatiye rakirin dê serokatiya Zeydan xelas bibe.

Lê êdî dê pêvajo bi rengekî be ku DEM Partî jî îtiraz neke.

Dê serokê nû ji meclîsa şaredariyê were hilbijartin.

Dê dîsa endamekî DEMê û bi egereke mezin jî hevseroka niha (Neslîhan Şedal) bibe seroka şaredariyê.”

Nuray Babacanê got, “Ev formul dê kesî aciz neke” û diyar kir:

“AK Partî dê hewl bide da ku tebsît bike ku dadwerê ev biryar daye ji kê re xizmetê dike.”

Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:10:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x