Di dîdarek a telefizyonî de, Hûd, got: Rêkar ên Emerîka li dijî Supa yê Pasdar ên Îranê, sîyasî, dîplomasî û abûrîne, ne serbazîne, Me divêt bi van givaşan Îranê rakêşîn ser mêz a danûstandinan.
Amaje bi wê jî da ku Supa yê Pasdaran, rêkxistîyek a teroristîye û nabe li jêr ti nav ên din danûstandin li ser wan bihê kirin.
Karbirêkerê balyozxane ya Emerîka li Îraqê got: Her demek a Supa yê Pasdaran gef a serbazî li Me bike, Em Bersiv a wan dê bidin. Behs a wê yekê jî kir: Supa yê pasdaran ji alî yê abûrîve, her sal bi yek milyar Dolar alîkarî ya Hizbulla ya Lubnanî, girûp a Nuceba, Ketîbe yên Hizbulla ya Îraqî û Husî yên Yemenê dike. Ev çar alî jî selametîya wan welatan nevên ku têde ne.
Coy Hud tekez kir, Feyleq a Qudis a ser bi Supa yê Pasdar ên Îranê desthilat a xwe berfireh dike li Îraqê. Niha xelk ê Îraqê bêzar kirîye û rê diger ji vegerran a awareyan bo dever ên wan.
Hud dibêje: Berî çend rojan Ez li Felûce bûm. Min rewş a dijwar a awere û koçberan dît li bakûr ê Babilê. Ev di demkê deye Ketîbe yên Hizblla ret dikin rê nedabin aware yên Cerfilsexir vegerrin deverên xwe.
Her di wê dîdarê de behs a wê yekê kir: Min ti zanyarî li ser wê yekê nîne ku Supa yê Pasdaran mûşek ên balistî li girûp ên Îraqî xistibin, lê dizanim hikumet a Îraqê bi rê ya Supa yê Pasdaran dest ê xwe dixe karûbarên hindûrî.
Tekez jî kir: Berê Îranîyan ji Şengalê ve mûşek havêjtine û wan divên evan çalakîyan li seranserê ax a Îraqê encam bidin.