Erdogan amadebûna xwe ji bo hevdîtina bi Esed re û asayîkirina pêwendiyan nîşan dide

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo danîna pêwendiyan bi Sûriyeyê ra wiha got: “Ji bo pêwendiyê daneynin tu sedem tune ye.”

29.06.2024, Cts - 10:01

Erdogan amadebûna xwe ji bo hevdîtina bi Esed re û asayîkirina pêwendiyan nîşan dide
Nuçe Belav bike

Erdogan duh, piştî nimêja înê li Mizgefta Hezretî Elî li Stenbolê li ser pirsa danîna pêwendiyan bi Sûriyeyê re diyar kir, ji bo pêwendiyê daneynin ti sedem tune ye.

Erdogan derbarê daxuyaniya Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ya li ser Tirkiyeyê da got: “Di pêşvabirina pêwendiyên bi Sûriyeyê re, Em çawa berê bi hevre bûn sibe jî emê bihev re tevbigerin.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê got: “Ti armanca me ya destêwerdana karên navxweyî yên Sûriyê nîne. Çawa berê me serdanên malbatî dikir, sibe dîsa jî dê hebin.”

Ev yek piştî wê tê, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed roja Çarşemê di hevdîtina ligel Nûnerê Serokê Rûsyayê, Alexander Lavrentiev de got: “Sûriyê bi erênî serederî bi hemû destpêşxeriyan re kiriye û serkeftina her destpêşxeriyekê ji rêzgirtina li serwerî û aramiya welatan tê.”

Tirkiyê piştî şerê li Sûriyeyê di sala 2011an de, pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re qut kirin û piştgirî da opozîsyona rejîma Esed.

Erdogan Esed wek kujer binav kiribû û daxwaza dadgehkirina wî li dadgeheke navdewletî kiribû. Herwiha Erdogan gotibû, “Esed terora dewletê bikar tîne û terorîst e û li Sûriyê kujerê yek milyon welatiyên Sûrî ye.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 85 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:47:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x