Erdogan: Ji destê Kiliçdaroglu bê, dê Ocalan û Demîrtaş serbest berde

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Bosna, Sirbistan û Xirvatistanê vegeriya, di balafirê de derbarê rojevê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

09.09.2022, Cum - 14:12

Erdogan: Ji destê Kiliçdaroglu bê, dê Ocalan û Demîrtaş serbest berde
Nuçe Belav bike

Li ser gotinên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên ku gotibû dê kesên ku bi KHKyê ji kar hatine dûrxistin dê vegerînin ser karên wan, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got “Niha jixwe ji destê van bê dê çi bikin; dê bibêjin `ez dê Abdullah Ocalan jî bi biryara KHKyê berdim.` Dê ji bo Demirtaş jî bibêjin. Desthilatiyeke wisa heye? Heta ku em li vî welatî siyasetê bikin ev kar ne hêsan in.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Bosna, Sirbistan û Xirvatistanê vegeriya, di balafirê de derbarê rojevê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li ser pirsa gefa wi ya li ser Yunanistanê ya `Em şevekê ji nişke ve bên` û armancên wê Erdogan bersiv da “Helwesta Yunanistanê ya li hemberî Tirkiyeyê ya van demên dawî nayê ravekirin.

Ji aliyekî ve li Egeyê binpêkirinên wan hene, li balefirên me yên ku hin ji wan wezîfeyên NATOyê dikin, çewisandin hene, bi mûşekên S-300an re heta kilîdkirina radarê tevgerên destwerdanê hene.Ji kesên ku behsa bûyera me ya S-400an dikin, derbarê S-300ên Yunanistanê de heta îro tiştek bihîstiye? S-300 jî yên Rûsyayê ne. S-400 jî yên Rûsyayê ne. Lê ji wan re deng dernaxin. Ew çekdarkirina giravan di bin pozê me de li dijî statuya ne-leşkerî ya ku bi peymanan pêk tê berdewam dikin. Di heman demê de helbet avakirina baregehan jî heye. Serê vê yekê jî Amerîka dikşîne.

Li aliyê din tezên maximalîst hene ku hewl didin li Ege û Rojhilata Derya Spî di çarçoveya hiqûqa deryayî de li ser me ferz bikin. Tiştekî vê yekê ku bê xwarin û daqurtandin tune ye. Li şûna ku rasterast bi Tirkiyê re biaxivin, li Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê û heta di NATOyê de ku em yek ji endamên herî xurt in, her tim li me gilî dikin û mekanîzmayên gefan dimeşînin. Ne mimkûn e bê qebûlkirin. Em bi zimanê ku ew jê fam dikin diaxivin. Ez fêm dikim ku ew jî fêm dikin.”

“Rejîm ti helwestê li hember wan nîşan nade”

Erdogan li ser operasyona gengaza a Rojavayê Kurdistanê jî got “Hewldanên me yên li dijî rêxistinên terorê yên cudaxwaz, temînata yekîtî û yekîtiya axa Sûriyê yê lê rejîmê heta niha ti helwestek li hember wan nîşan nedayê û nake. Li wê derê jî zimanek ku ev rêxistinên terorîst jê fam dikin û dê jê fam bikin heye. Divê em bi wan re jî bi wî zimanî biaxivin. Wateya hirmijandina Tirkiyê, dema ku Tirkiye bihirmije çawa dihirmije, ew jî vê yekê dizanin.

Peymana korîdora dexlûdanan

Li ser pirsa gotinên Serokê Rûsyayê ya “Hemû dexlûdanên Ukraynayê diçe welatên dewlemend, naçin welatên feqîr” jî Erdogan dibêje “Bi rastî, ez nêzîkatiya birêz Pûtîn ya 'ji welatên dewlemend re diçin, ne feqîran re' rast dibînim. Ji ber vê yekê divê wisa neyê kirin. Ji ber ku di vir de pirsgirêka rastîn divê ew be ku welatên xizan ji vê korîdora genim vejîne û welatên xizan para xwe ji vir bistînin û vê heyama aloz derbas bikin.”

“Ji destê wan bê dê Ocalan û Demîrtaş berdin”

Li ser bibîrxistina gotinên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên ku gotibû dê kesên ku bi KHKyê ji kar hatine dûrxistin dê vegerînin ser karên wan, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got “Çiye; Derbarê FETOyan, KHKyiyande dibêje `ez dê wan berdim.` Tu kî yî, tu çi berdidî. Eger ev dewlet dewleteke hiqûqê be, di vê dewelat hiqûqê de desthilatdariya ku dê vê biryarê bide diyar e. Ku dere? Daraz e. Daraz biryara vê dide. Lê ew, vê biryarê ji darazê re nahêle, ew dê wê biryarê bide. Yanî ji xwe carek ev darazê jî nasnakin, qanûnê jî nasnakin. Divê ji Bay Kemal re bê pirsîn, `Ti vê desthilatdariyê ji ku ve werdigrî. Lê yên ku li dora wê maseyê ne jî di derbarê vê mijarê de ecêbiya wan heye. Carek desthilatdariyeke wiha wiha tune ye. Niha jixwe ji destê van bê dê çi bikin; dê bibêjin `ez dê Abdullah Ocalan jî bi biryara KHKyê berdim.` Dê ji bo Demirtaş jî bibêjin. Dê ji bo yên din jî bibêjin. Desthilatiyeke wisa heye? Heta ku em li vî welatî siyasetê bikin ev kar ne hêsan in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:24:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x