Erdogan li Amedê: Em amade ne bi her kesî re her tiştî biaxivin

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Amedê di çarçoveya propangandeya hilbijartinên 31ê Adarê de li Qada Îstasyonê ya Amedê beşdarî mîtînga partiya xwe bû.hiştin rêjeya dixwestin.

27.03.2024, Çar - 16:52

Erdogan li Amedê: Em amade ne bi her kesî re her tiştî biaxivin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Amedê di çarçoveya propangandeya hilbijartinên 31ê Adarê de li Qada Îstasyonê ya Amedê beşdarî mîtînga partiya xwe bû.

 “CHPyê wekî hêvî nîşan didin”

Erdogan amaje bi wê yekê jî kir ku DEM Partî CHPyê wekî hêviyekê pêşkeşî Kurdan dikin û got:

"Di 21 salên dawiyê de ji bo demokrasiyê çi gav hatibe avêtin CHP li berê sekiniye û îro jî şerm nakin wekî hêvî CHPyê didin ber xwîşk û birayên me yên Kurd.

Lê belê ji bîr kirine ku CHPyê gelek zulm li vî milletî kiriye.

Ez bawer im ji bo wan kesên ku li Stenbolê çi qas endamên îdeolojiya marjînal hebin, anîn li serê birayên me yên Kurd kirin patron, rêya çûnê nemaye.”

Recep Tayyî Erdogan amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne li gel her kesî rûnên.

Derbarê vê mijarê de Erdogan wiha got:

“Ez dixwazim bi eşkereyî bêjim, siyaset ji bo xizmeta milet û ji bo çareserkirina pirsgirêkên milet bi rêya diyaolgê tê kirin.

Em dê bi herkesê ku mejiyê wî, hizra wî, wîjdanê wî azad re rûnên û biaxivin.

Em dê bi herkesê ku xizmetkariyê ji emperyalîzmê nake re rûnên û biaxivin.

Bi her kesê ku mesafe xistiye navbera xwe û her cûreya terorê re rûnin.  

Em dê bi her kesê ku li gel yekparçeyiya niştiman û welatê me ye û rêzê li serweriya me  digirin rûnin û biaixivin.

Helbet em amade ne ku bi her kesî re li ser her tiştî biaxivin, lê belê deriyê me ji terorîstan û yên ku di bin rêberiya rêxistina terorê de siyasetê dikin re girtî ye.”

“Em li Amedê negihiştin armanca xwe”

Erdogan da zanîn ku ew li Amedê di hilbijartinên borî negihiştine armanca xwe û got:

Di hilbijartinên Gulana borî de, hem di hilbijartinên parlementoyê û hem jî yên serokomariyê de li Amedê me nekarî em bigihêjin rêjeya dengên ku me dixwest.

Lê belê, ez bawer im ku hûn jî ji encama hilbijartinan re ne kêfxweş in.

Eger vî birayê we li Amedê ji sedî 28.5 deng girtibe û namzedê CHPyê yê niha nûnerê faşîzma yekpartiyê ye ji sedî 71.5 deng girtibû, divê em li ser bifikirin.

Yên ku îradeya xelkê Amedê wergirt û piştgirî da namzedê CHPyê yê ku niha ji siyasetê xanenişîn bûye, nediyar e di kîjan projeyê de ne?

Îro dîsan li Stenbol, Mêrsînê û cihên din heman lîstikê dilîzin.

Di bin navê rêkeftina bajaran de tifaqeke qirêj ava kirine.”

“Ji reformên me re qîjeqîjê derdixin”

Erdogan rexne li DEM Partiyê girtin û got:

“Dem Partiyê ya ku tenê sermayeya wê dengên we ne, îradeya birayên min ên Kurd derxistiye bazarê.

Eger hûn bala xwe bidinê, di vê bazariyê de ti hesabê qezenca siyasî nîne.

Bi her awayî pirsgirêka kar û xizmetê nîne. Kesek tune ku bala xwe bide dengdêran bê ka çi difikire.

Tenê ji bo daxwazên kesekî peymanên qirêj têne belavkirin.

Ji reformên ku me kirine re qîjeqîqê derdixin lê li ber daxuyaniyên rêvebirên CHPyê yên ku bêhna faşîzm, cudakarî û nijadperestiyê ji wan tê, dengê xwe bilind nakin.

Birayên min ên Kurd îhmalkarî, heqaret û bêhurmetiyeke wiha heq nakin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 1735 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:24:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x