Erdogan: Xwezî Esed bihata Ozbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira

Nivîskar Abdulkadîr Selvî ku weke kesekî nêzîkî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tê nasîn, ragihand ku Erdogan gotiye: “Xwezî Esed bihata Ozbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira.”

16.09.2022, Cum - 08:33

Erdogan: Xwezî Esed bihata Ozbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira
Nuçe Belav bike

Nivîskarê rojnameya Hurriyet Abdulkadîr Selvî ku weke rojnamegerê nêzîkî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tê nasîn, îro di nivîsa xwe de diyar kir, serdana Erdogan bo Şangayê di civîna lijneya rêvebirinê ya biryardayîna navendî ya AK Partî de tê axaftin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje, “Esad beşdarî civîna Şangayê nabe.”

Li ser vê gotinê Erdogan jî bersivekê dide û dibêje: “Xwezî Esed bihata Ozbekistanê, eger bihata min ê ligel wî hevdîtin bikira. Lê ew nayê. Eger bihata min ê ji wî re bigota 'Ji ber helwesta te Sûriye hatiye asta perçekirinê. Te ji bo parastina desthilata xwe bi opozîsyonê re şer kir. Te tenê xaka xwe ya li ber destê xwe parast lê xakên mezin nekarî biparêzî'.”

Li gor gotina Selvî, Serokomarê Tirkiyê gotiye: “Me wê çaxê ji wî re got, ‘Eger tu wiha bikî, Suriyê tê perçekirin’ lê guh neda me. Ji bo opozîsyonê digot, ‘Grûbeke qelebalix e lê çekên wan tune’ nedifikiriya ku Rûsya û Amerîka dê biketa Sûriyê. Eger bihata Ozbekistanê min ê van gotinan li ber rûyê wî bigota.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x