ÎDIA: Enqerê ji opozisyona Sûriyê xwestiye ji Tirkiyê derkevin

Medyaya Îranê îdia kir ku Enqerê bang li Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê kiriye ku ji Tirkiyê derkevin û di vî warî de talîmat dane

29.08.2022, Pts - 10:42

ÎDIA: Enqerê ji opozisyona Sûriyê xwestiye ji Tirkiyê derkevin
Nuçe Belav bike

.

Ajansa Tasnim a Îranê ku ajanseke nîvfermî ya nûçeyan e li Îranê û ser bi Supaya Pasdaran ve ye, di raporteke xwe ya taybet de îdia kiriye ku Enqerê daxwaz ji Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê kiriye ku ji Tirkiyê derkevin û ji xwe re cihekî din bibînin û di vî warî de talîmat dane.

Di rapora wê medyaya Îranî de li gor hin çavkaniyan tê gotin, ji bo asayîkirina peywendiyên navbera Enqere û Şamê berpirsekî payebilind ê Tirkiyê heftiya bihorî bi Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Salim El-Muslet re civiyaye û ji xwestiye ku aliyên ser bi opozisyona Sûriyê ve ji Tirkiyê derkevin.

Di raportê de tê gotin, di hevdîtinê de berpirsê Tirkiyê gotiye, “Enqere bi biryar e ku têkiliyên xwe bi Şamê re ji nû ve saz bike û divê opozisyona Sûriyê vê rastiyê qebûl bike”.

Li gorî vê raporê, “Enqerê ji Opozisyona Sûriyê xwestiye ku hemû çalakiyên xwe yên siyasî û medyayî li Tirkiyê bi dawî bînin, ji xwe re cihekî din bibînin û biçin welatekî din.”

Çavkaniyan ragihandine, Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Salim El-Muslet daxwaza derketina ji Tirkiyê qebûl kiriye û pêşniyar kiriye ku ew derbasî Erebistana Siûdiyê bibin.

Hat destnîşankirin ku Serokê Meclisa Tirkmenên Sûriyê Ebdulrehman Mistefa jî pêşniyar kiriye ku ew biçin Urdunê.

Li gorî nûçeya wê medyaya Îranê, di van demên dawî de saziyên çapemeniyê yên nêzî opozîsyona Sûriyê dest bi çêkirina nûçeyên ku rexneyên tund li Tirkiyê dikin, kirine.

Di Adara 2022an de jî Ofîsa Opozisyona Sûriyê ya li Enqerê hatibû girtin û hatibû ragihandin ku ev biryar ji ber "sedemên aborî" hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 719 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:31:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x