Demjimêr 11.16ê li Firokexaneya Atatûrk a Stenbolê helîkoptereke Sikorsky S-76 bilind bû li navçeya Buyukçekmeceyê ket.
Di encamê de 5 kesan jiyana xwe jidest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Hate gotin, ku helîkopyer aydê Gruba Eczacibaşi ye û di helîkopterê de 2 pîlot, 4 kesên biyanî jî hebûne.
Piştî vê bûyerê rêya D100 a Beylikduzuyê ji hatinçûnê re hate birîn.