Li Enqerê operasyon: 10 kes bi tohmeta YPGê hatin desteserkirin

Li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê 10 kesên biyanî bi îdiaya ku peywendiyên wan bi PKK/KCK-PYD/YPGê re hene, hatin desteserkirin.

19.07.2023, Çar - 12:11

Li Enqerê operasyon: 10 kes bi tohmeta YPGê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, îro 19 Tîrmeha 2023an Rêveberiya Şaxa Îstixbarat û Tekoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiya Enqerê ji bo 14 kesên biyanî yên ku tê îdiakirin têkiliya wan rêxistinên YPGê hene û di salên derbasbûyî de ji wan re kar kirine derbarê 14 kesan de oparsyonek dane destpêkirin.

Di operasyonê de 10 kesên biyanî hatin desteserkirin, ji bo girtina 4 kesan jî xebat berdewam dikin.

Hatiye ragihandin ku kesên desteserkirî piştî karûbarên yasayî û lêpirsinê, bi armanca dersînorkirinê dê radestî Navenda Koçê ya Enqerê bên kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 726 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x