Êrişa li Stenbolê: 34 kes hatin desteserkirin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku derbarê êrişa ber Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê 34 kes hatin desteserkirin.

07.02.2024, Çar - 06:48

Êrişa li Stenbolê: 34 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Doh li ber Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê bi çekan êrişî xala kontrolê ya polîsan hat kirin.

Di êrişê de ji bilî du kesên êrişkar welatiyekî jî canê xwe ji dest da û 3 polîs û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê bûyerê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Tunç ragihand ku ji bo lêpirsîna bûyerê 5 dozger hatine erkdardar kirin û got:

“Niha 34 kes hatine desteserkirin. 3 kesan êriş pêk aniye û 2 ji wan hatine kuştin û yek ji wan jî bi birîndarî hatiye girtin.”

Tunç derbarê her du kesên ku di êrişê de hatine kuştin got:

“Yek ji wan sala 2004an ceza wergirtiye û piştî 15 sal ji mana girtîgehê cezayê wî temam bûye. Doza êrişkara jin jî hîn li Dadgeha Bilind berdewam dike û ew 4 sal û 2 mehan girtî maye. “

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihandibû ku navê wan êrişkarên ku hatine kuştin E.Y. û P.B. ne û her du jî endamên DHKP/Cyê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:09:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x