Tirkiye gazindan li hevpeyman û hevalbendên xwe dike

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got: “Dema welatê wî di şerê li dijî terorê de pêngaveke nû diavêje yan jî plana operasyoneke nû dike, bi taybetî hinek ji hevalbendên me dilgiran dibin.”

16.06.2022, Per - 07:43

Tirkiye gazindan li hevpeyman û hevalbendên xwe dike
Nuçe Belav bike

Tirkiyê dilgiraniya xwe li ser sînordarkirina operasyona xwe ya leşkerî ya plankirî li bakurê Sûriyê nîşan da, ji ber ku duhî helwesta Rûsyayê derket holê ku ew operasyon wek "kiryareke neaqilane" nirxand, herwiha Amerîka û Ewropayê jî operasyona wê red dikin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got: “Dema welatê wî di şerê li dijî terorê de pêngaveke nû diavêje yan jî plana operasyoneke nû dike, bi taybetî hinek ji hevalbendên me dilgiran dibin.”

Daxuyaniyên Çelîk piştî civîna Komîteya Navendî ya AK Partiyê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan şeva Sêşem/Çarşemê hat ku tê de helwestên welatên hevalbend û dostên Tirkiyê derbarê operasyona leşkerî ya ku Erdogan ragihandibû ku dê li Minbic û Tel Rifat be, hatin nirxandin.

Di wê derbarê de Berdevkê Yekitiya Ewropayê Luis Miguel Bowen ragihand, Yekîtiya Ewropayê derbarê operasyona plankirî ya li bakurê Sûriyê de ji Tirkiyê daxwaz dike xwe bigire û metirsiyên xwe bi riyên siyasî û dîplomasî çareser bike.

Her wiha Nûnerê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev duhî di destpêka danûstandinên Astaneyê de ragihand, Rûsya operasyona plankirî ya Tirkiyê li Sûriyê, wek karekî neaqilane dibîne, ji ber ku dibe sedema nearamiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 427 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:17:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x