Wezareta Navxwe ya Tirkiyê lîste terorê ya wî welatî nû kir. Piştî nûkirinê 44 kes bi ser lîsteya sor ve, 26 kes bi ser lîsteya hêşîn, 34 kes bi ser lîsteya kesk, 37 kes bi ser lîsteya pirteqalî û 89 kes bi ser lîsteya gewr ve zêde kirin.
Di “lîsteya terorê” ya Tirkiyê de navê “128 kesên ji rêxistinên çepgir”, “599 kesên ji rêxistinên terorîst”, “73 kesên olê îstismar dikin” û “80 kesên ji FETOyê” hene.
Di lîsteya ku hat nûkirin de navê hevserokê Salih Muslim jî cara ewil ket lîsteyê.Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 4 milyon lîreyê tirkî xelat destnîşan kiriye bo kes an kesên derbarî Salih Muslin de agahiyan bidin.
Herwiha Navê Mihraç Ural ku berê di lîsteya kesk de bû bi nûkirina lîsteyê ve ket lîsteya sor.
Hêjayê gotinê ye Partiya Komara Gel (CHP) vexwendina Salih Muslim ya Tirkiyeyê anibû rojevê û ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku PYD bixe nav “lîsteya terorê” ya wî welatî.