Amedspor li hember Bursasporê bi encama 2-0 bi ser ket

Amedspor bi encama 2-0 li hember tîma Bursasporê bi ser ket û 3 puanên lîstikê bi dest xistin.

26 Îlon 2022 - 03:45
26 Îlon 2022 - 03:45
 0
Amedspor li hember Bursasporê bi encama 2-0 bi ser ket

Duh di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Diyarbekirê mazûvaniya tîma Bursasporê kir.

Lîstikê di demjimêr 19:00an de dest pê kir û tîma Amedsporê di xulekên destpêkê yên lîstikê de bi êrîşan dest pê kir.

Di xuleka 31an de lîstikvanê tîma Amedsporê Mehmet Alaeddinogl gol avêt û bi encama 1-0 Amedspor li pêş Bursasporê ket. Nîveka yekem a lîstikê bi wê encamê bi dawî bû.

Di nîveka duyem a lîstikê de jî tîma Amedsporê bi awayekî serkeftî lîst û di xuleka 50 a lîstikê de Mansur Çalar gola duyem avêt û bi wê yekê Amedspor bi encama 2-0 li pêş Bursasporê ket û lîstik bi encama 2-0 bi dawî bû.

Ev nûçe bi tevahî 735 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:08:19